Diyarname
Ji 1930'î ve heta niha Kûpaya Cîhanê li dar dikeve. Ji wê rojê heta niha, hin agahiyên balkêş me dan hev.
Kerem bikin:
- 2026: 48 tîm
Cara yekê tûrnûva bi 48 tîman li dar dikeve. Di heman demê de îsal 3 welat mazûvanî dikin: DYA, Meksîka, Kanada.
- 2022: Cara yekê: Hakêmeke maç bi rê ve bir
Di dîroka Kûpaya Cîhanê de cara yekê jinek maç bi rê ve bir: Hakêm Stephanie Frappart ku ji Fransayê ye wekî hakêma nava sehayê maç bi rê ve bir û kete nava dîrokê. Heta wê kêliyê her meran maç bi rê ve dibir.
.jpg)
- 1986: 'Destê Xwedê
Di vê tûrnûvayê de Arjantin bi ser ket. Maradona golek avêt Îngilistanê lê bi destê xwe. Kesî ferq nekir. Paşê ev yek wekî "Destê xwedê2 ket nava dîrokê.
- 1982: 24 tîm
Di vê tûrnûvayê de cara yekê 24 tîman cih girt. Heta niha bi 16 tîman li dar diket.
- 1978: Gelek welatan kûpa protesto kir
Di vê tûrnûvayê de biryar hat dayîn ku turnuva li Arjantînê li dar bikeve. Ji ber ku Arjantin di bin rêveberiya leşkerî de bû gelek welatî ev yek protesto kir û beşdar nebû.
Ji Hollandayê Johan Cruyff, ji Almanyayê Paul Breitner ev biryar û rejima leşkerî protesto kirin û beşdarî kûpayê nebûn. Tenê 16 welat beşdar bûn.
1962: Cara yekê gelek golavêj derketin
Ev turnuva li Şîlî li dar ket. Di vê tûrnûvayê de cara yekê gelek golavêj derketine holê.
Ji Macaristanê Florian Albert, ji Yekîtiya Sovyetê Valentin Ivanov, ji Yugoslavyayê Drazen Jerkovic, ji Şîlî Leonel Sanchez, ji Brezîlya yê Vava û Garrincha her yekî 4 gol avêt. Bi vî awayî cara yekê ye di Kûpaya Cîhanê de ew qas kesî bi heman awayî gol avêtin û bûn golavêjên tûrnûvayê.

1938-1950: 12 salan li dar neket
Şerê Cîhanê yê Dinyayê yê 2'yemîn 1'ê rezbera 1941'ê dest pê kir. Leşkerên Hîtler êrîşê Polonyayê kirin. Roja 2'yê rezbera 1945'an bi dawî bû. Di vê demê de turnuva li dar neket. Heta sala 1950'î. Yanê turnuvaya sala 1942 û 1946'an li dar neket, sala 1950'î carek din li dar ket.
GOLAVÊJÊN KÛPAYÊ
Heta niha herî zêde Miroslav Klose (lîstikvanê alman) herî zêde gol avêtiye. Bi 16 golan ew yekemin e. Va ne hemû lîste:
- Miroslav Klose (Almanya): 16 gol (24 maç, beşdarî tûrnûvayên di navbera salên 2002 - 2014'an de bûye)
- Ronaldo (Brazîl): 15 gol
- Gerd Muller (Almanya): 14 gol
- Lionel Messi (Arjantîn): 13 gol
- Just Fontaine (Fransa): 13 gol (tenê di 1958'an de)
- Pelé (Brazîl): 12 gol
- Gabriel Batistuta (Arjantîn): 10 gol
- Gary Lineker (Îngilistan): 10 gol
- Teofilo Cubillas (Perû): 10 gol
- Grzegorz Lato (Polonya): 10 gol
- Helmut Rahn (Almanya): 10 gol
- Vava (Brazîl): 10 gol
- Thomas Muller (Almanya): 10 gol
TEKNÎK DîREKTORÊ SERKETÎ
Teknîk dîrektor Vittorio Pozzo teknîk dîrektorê herî serketî ye. Teknik dîrektorê îtalî Pozzo du caran Kûpaya cîhanê bi dest xistiye: 1934 û 1938.
Ji bilî wî teknîk dîrektorek ku du caran wekî teknîk dîrektor kûpa girtibe tune ye. Lê Mario Zagallo (Brezil) û Franz Beckenbauer (Almanya) hemî wekî lîstikvan, hem wekî teknîkdîrektor 2 caran kûpa girtine.


