Diyarname
Di fûtbolê de serdemeke nû dest pê kir. Ji bo maç xweştir, bi leztir bê lîstin hin biryar hatin girtin û ew biryar niha di Kûpaya Cîhanê 2026'an de têne ceribandin. Di maça DYA'yê û Paragûayê de gava yekem hat avêtin: Qerta zer û faûl hat betalkirin
Biryarên ku ji bo fûtbolê hatine girtin di Kûpaya Cîhanê de niha têne ceribandin. Berê meseleya VAR'ê (Hakêmê Alîkar Vîdeo) hatibû ceribandin, niha biryarên din têne ceribandin û paşê ewê li welatan jî belav bibin
VA NE BIRYAR
Hin ji van biryaran wisa ne:
- Qeleparêz 5 saniyan zêdetir bide sekinandin, gog diçe destê reqîb û reqîb dê kornerê bikar bîne.
- Di bikaranîna "tac"ê de 5 saniye zêdetir gog bê rawestandin, mafê tacê derbasî reqîb dibe.
- Dema lîstikvanekî bê guherandin, divê di 10 saniyeyan de ew lîstikvan ji nav sehayê derê. Ev 10 saniye biqede, lîstikvanê ku bikeve sehayê heta carek din gog raweste, herî hindik deqeyek wê nekeve maçê.
- Di dema xirecira li nav lîstikvanan de, ger lîstikvanek bi dest, form an awayekî din devê xwe bigire û biaxive, dê qerta sor bigire.
- Ger korner şaş hatibe bikaranîn, an hakêmê nav sehayê qerta zer dabe lîstikvan, VAR dê bikaribe vê bilêkole û biryar betal bibe.
DI MAÇA DYA'YÊ DE HAT BIKARANÎN
Ji van biryaran, biryara betalkirina qerta zer di maça DYA û Paraguay ku vê sibê hat lîstin de çêbû. Di deqîqeya 51'ê de lîstikvanê Uruguayê bi îdîaya lê faul hatiye kirin xwe avêt erdê. Pakêm qerta zer da lîstikvanê DYA'yê (Ream) û biryara faûlê da. Lê VAR'ê hakêm hişyar kir û hem qerta zer, hem faul hat betalkirin. Hakêm vê carê qerta zer nîşanî lîstikvanê xwe Paraguay Miguel Almiron ku xwe avêtibû erdê, da.


