Diyarname
Di maça Kûpaya Cîhanê ya 2026'an de Brezîlya û Japonya hatin hemberî hev. Brezîya favorî bû lê bi zorê Japonya li dû xwe hişt.
Brezîlya ku lîstikvanên wê li gelek tîmên mezin ên Ewropayê dilîzin, Brezîlya ku yek ji favoriyên kûpayê ye bi vî awayî derket sehayê, lê li hemberî wê japonen ku dema tiştek çêbikin baş çêdikin hebûn. Japonyayê xurtiya xwe nişan da. Hê di deqîqeya 29'an de bi gola Kaişu Sano bi 1-0 derket pêş. Brezîlyayê encam karî di deqîqeya 56'an de bersivê bide: 1-1.
Maça ku heta 90 deqîqe wisa çû, di kêliyên herî dawî, di deqîqe 90+6 de Brezîlyayê bi Gabriel Martinelli encam diyar kir: 2-1.
Bi vê yekê Brezîlya derbasî Dora 16'an bû.


