Diyarname
Serokwezîrê Tirkiyeyê li Wanê pesnê xwe da ku daîre dane xelkê lê derket holê ku xelk hatiye şêlandin.
Mesele vî rengî ye: Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan çû Wanê pesnê TOKÎ* da ku piştî erdhejê di salekê de 15 hezar avahî saz kirine û teslîmê gel dike. Li gor gotina Erdogan ji bo buhaya avahiyan 100 hezar hatibû diyarkirin lê wî ferman daye ku van avahiyan ne bi 100 hezar TL, lê bi 75 hezar TL û bi teqsîdan bifroşe gel. Dema mirov wisa li meseleyê dinêre, piştî erdhejê di salekê de ew qas avahî hatine sazkirin û ev yek tişteke serketî dixuye. Lê aliyê din ê meseleyê ne wisa ye.
Mînak Endazyarê Avahîsaziyê Keramettin Gençturk (li Wanê endazyareke ku xwediyê şîrketa sazkirina avahiyan e) wisa dibêje**: "TOKÎ ji bo çêkirina van avahiyan bi buhaya 45-52 hezaran çêkirina van avahiyan sipart mitehîtan, lê TOKÎ ev avahî bi 23-30 hezar TL karîi yanê bi 75 hezar TL'yî firot erdhejzadeyan."
Gençturk balê dikişîne ser xetereye din a avahiyan û wisa dibêje: "Ev 15 hezar heb avahiyên ku li vir çêkirin e li ser qada zelzeleyê û li ser xeta faya erdhejê ne ku ev yek tiştek bi talûke ye. Di 300 rojî de xilaskirina avahiyan jî tenê meseleya ticaretê ye. Hûnê bibînin piştî demekê hemwelatî dê bixwaze van avahiyan bi 50 -60 hezar bi paş ve bifroşe. Dewletê li vê derê birîn nekewand. Dewletê ticaret kir."
*Îdareya Sazkirina Avahiyên Giştî. Ev sazî girêdayî Serokwezîriyê ye.
**Ev agahî ji rojnameya Aydinlikê (hejmara roja 26.10.2012'yan) hatiye girtin


