Diyarname
Maçên Kûpaya Tirkiyeyê didomin. Di Maçên Tûra 3'yem de Diyarbakir BB bi Polatli Bugsaşspor re lîst û 1-0 têk çû. Bi vê encamê di Tûra 3'yem de Diyarbakir BB'yê xatir kûpayê xwest.
Di maçên ku heta niha hatin lîstin de herî zêde di maça Antalya û Eyupsporê de hatin avêtin. Antalyayê reqîbê xwe bi 7-0 têk bir û derbasî tûra 4'em bû.
Ji tîmên bajarên kurdan Batman Petrol jî li hemberî Adanasporê bi 1-2 têk çû. Tîma Rihayê Şanliurfa Spor bi Orhangazî re lîst. Maç bi 1-1'ê bi dawî bû û maç derbasî penaltiyan bû. Di penaltiyan de Şanliurfasporê bi 4-2 bi ser ket.
Di vê tûrê de ji çar tîmên mezin ên Tirkiyeyê tenê Beşiktaş heye. Beşiktaşî Ofspor bi 2-1 têk bir.


