Diyarname
Ji bo piştgiriya girtiyên kurd ên di girtîgehan de dengen ji Başûr jî hat. PDK, YNK û Goranê piştgirî da çalakiya grevên birçîbûnê ya ku îro ketiye roja 54'an.
PDK
Berdevkê PDK'ê Cafer Emînkî diyar kir ku ew piştgirî didin daxwazên girtiyên siyasî yên kurd û ji hikumeta Tirkiyeyê xwest ku bi awayekî erênî nêzî daxwazên girtiyan bibe û wan bîne cih.
Goran
Serokê Koma Meclisê ya Tevgera Goran Kardo Mihemed got ku ew wekî tevger bi her awayî piştgirî didin girtiyên di greva birçîbûnê de. Mihemed çû serdena çalakgerên ku ev sê roj in li ber parlemenê ketine grevê û got ku ew bi her awayî amade ne piştgiriyê bidin çalakiyê.
YNK
Berdevkê Çapemeniyê yê YNK'ê Azad Cundiyanî jî ji bo rojnameya Hawlatî axivî got ku nêzîktêdayîna YNK'ê eynî wekî axaftina Mele Bextiyarî (Nûnerê Serokomarê Iraqê û Serokê YNK'ê Celal Talabanî) ya di Kongreya BDP'ê de ye û vê helwesta xwe didomîne.
Bextiyarî di Kongreya BDP'ê ku roja 14'ê meha borî li dar ketibû de wisa gotibû: "Di dîrokê de rêberên wekî 'terorîst' hatine bi nav kirin îro welatan bi rê ve dibin. Ez hêvî dikim Tirkiye jî dê rojekê pirsgirêka xwe ya navxweyî çareser ibke û Ocalan jî dê li welatê xwe bibe serok." Her wiha Bextiyarî ji bo çareseriya pirsgirêka kurd azadiya Ocalan xwestibû.
***
Nûçeyên eleqedar (Hûn bixwazin kîjan nûçeyê bixwînin, sernavê wê bitikînin):
- Stenbol bû qada şer
- Baydemir wisa hêrs bû (Vîdyo)
- 'Ev der ne deriyê bavê walî ye'
- Rojnameger naxwazin nûçeyên mirinan çêbikin
- Wezîrê Edelatê bi BDP'yiyan re hat ba hev
- Rewşenbîr: Em naxwazin bi vê şermê bijîn
- Turkalî: Serokwezîr tu dê bêjî wijdana min nîn e?
- JI HEMÛ GULËN MÎNA GULANÊ(*) RE
- Pirsa rojê: Kî derenwan dike?
- Demîrtaş: Em dixwazin Ocalan bê Amedê
- Çalakiyên îro li her derê didomin
- Karîkaturîstê brezîlyayî çalakiya birçîbûnê xêz kir
- Polîsên rêveberê BDP'ê bi giranî birîndar kir
- Mebûsên jin ên BDP'ê dest bi greva birçîbûnê kirin
- Mîtînga Batmanê bi beşdariya 10 hezaran dest pê kir
- Komeleya Nivîskaran: Bila her kes pêşî li mirinan bigire
- Baydemir diçe cem TUSÎAD û Yaşar Kemal
- Şivan Perwer: Li hemberî greva birçîbûnê bêdeng nemînin
- Navên hemû girtiyên di greva birçîbûnê de ne
- Nivîskar û rewşenbîran piştgirî da grevan
- Li Ewropayê çalakiyên piştgiriyê
- Bajar bi bajar çalakiyên ji bo grevê
- Zarokên Apê Mûsa jî di grevê de ne
- 41 roj in greva birçîbûnê didome
- Şaredaran piştgirî da Greva Birçîbûnê
- Kaya û Sariyildiz jî ketin greva birçîbûnê
- 36 roj in girtî di grevê de ne


