Diyarname
Pirtûka Mihemed Emîn Zekî ya navdar “Dîroka Kurd û Kurdistanê” ku çapa wê ya yekemîn di sala 2002’yan de ji aliyê Weşanxaneya Avestayê ve hatibû derxistin, niha çapa wê ya duyemîn derket. Wekî çapa yekemîn 2000 hezar heb hatibû çapkirin.
“Dîroka Kurd û Kurdistanê” ku piştî Şerefnamê wekî kitêba herî girîng a tarîxa Kurdistanê tê qebûlkirin, Mihemed Emîn Zekî bege piştî xebata lêkolînê ya dehan salan û kedeke mezin ew nivîsandibû.
“Dîroka Kurd û Kurdistanê” ji du beşan pêk tê: “Ji Destpêka Dîrokê Heta Îro” û “Dewletên Wan Qewmên ku Pêwendiya Wan bi Eslê Kurdan re Heye û Mîrektiyên Kurd.”
Nivîskarê wê Mihemed Emîn Zekî Beg li Stenbolê dixwîne, li Bexdayê wezîrtî dike. Di destpêka sedsala 20’an de dest bi nivîsandina vê kitêbê dike, salên ku dewleta Osmanî li ber belavbûnê ye, hêdî hêdî li cihê peyva “osmanî” gotinên “tirk”, “turan” tên bikaranîn. Di nav vê rewşê de nivîskar dibê: “...xirûra qewmî ez mecbûr kirim ku di her firsetê de vê hîsa xwe eşkere bikim. Lê min der heqê esl û qewmê xwe de tiştekî nedizanî. Çunkî heta wê çaxê ne di dibistanan de fikreke wiha ji me re hatibû dayîn û ne jî beriya wê me pêwîstiya lêkolîna dîroka kurd dîtibû. Gotina cemiyeta ‘osmanî’ ferdiyeta qewmiyeta me tevan heta dereceyekê xav kiribû û ji ber vê min ev pirs ji xwe dikir: Qewmê kurd ji kîjan neteweyê ye, çi bi serî de hatiye?
Û di encama xebatek bi salan wekî bersiv ev kitêba ber destê we derket.
“Dîroka Kurd û Kurdistanê” piştî “Şerefnamê” bi 300 salî hatiye nivîsîn û di zemanên modern de kitêba herî girîng a dîroka miletê kurd e û bi zimanê kurdî hatiye nivîsandin. Nivîskar dibê; “Hinek ji dostan xwestin ku ez van kitêban bi erebî yan bi tirkî binivîsim, lê bi rastî li gor min ev pêşniyara wan di ciyê xwe de nebû, ku ji aliyê kurdekî ve dîroka kurd û Kurdistanê bi zimanekî xeyrî kurdî bê nivîsandin.”
Piştî 70 salî bi ser weşana wê re Avestayê careke din ji nû ve “Dîroka Kurd û Kurdistanê” bi temamî, li bajarê nivîskarê wê yê xortanî û xwendekariyê û bi zimanê wî, bi eynî serbilindî û “xirûra qewmî” ku berî bi sed salî hîs dikir, pêşkêş dike.
Bi zimanê kurdî dîroka kurdan
…Dîroka Kurd û Kurdistanê, yek ji kevnartirîn û dewlemendtirîn berhem e ku li ser dîroka kurdan û Kurdistanê hatiye nivîsîn.
…
Sê sed sal piştî “Şerefname”yê, “Dîroka Kurd û Kurdistanê pirtûkeke herî kevn e ku bi zimanê kirdî hatiye nivîsandin. Nivîskarê pirtûkê yek ji siyasetmedar û rewşenbîrê kurd yê herî bi nav û deng e ku di serdema belavbûna osmaniyan de jiyaye. Ew ji ber peywira xwe ya siyasetmedariyê li gelek deverên cur bi cur geriyaye û ev yek jî bûye sedem ku ew ji bo lêkolîna xwe ya der barê dîroka kurd û Kurdistanê de gelek çavkaniyan bidest bixe. Ji ber vê yekê jî pirtûka Mihemed Emîn Zekî Beg xwedî girîngiyeke mezin e.
Ji nivîsa “Bi zimanê kurdî dîroka kurdan” (Azadiya Welat, Serwîsa Çandê, 2-8 Adar 2002)
Mihemed Emîn Zekî Beg kî ye?
Ew di sala 1880’yî de li Silêmaniyê ji dayik bûye. Piştî dibistana seretayî li Silêmaniyê Amadehiya Leşkerî qedandiye û ji wir derbasî Akademiya Leşkerî ya Bexdayê bûye. Wî, paşê li Stenbolê Akademiya Şer xwendiye û Akademiya Bilinda Şer bi yekemiyê temam kiriye. Di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de li gelek cepheyan şer kirey. M. Emîn Zekî Beg di sala 1924’an vegeriyaye Iraqê û li Dibistana Şer a Bexdayê dersdarî û rêveberî kireye. Piştî vê ew ketiye hikûmetê û bûye Wezîrê Parastina Neteweyî.
Nivîskar û siyasetmedarê kurd Mihemed Emîn Zekî Beg piştî ku Hikumeta Yekem a Nûrî Seîd Paşa ava dibe, tê ser karê Wezareta Aboriyê. Ew, di tîrmeha sala 1948’an de li Silêmaniyê diçe ser dilovaniya xwe. Hinek ji berhemên wî ev in: Tarîxî Kurd û Kurdistan (2 cild), Meşahirî Kurd, Tarîxî Silêmanî.
Dîroka Kurd û Kurdistanê/ Mihemed Emîn Zekî Beg / Ji soranî bo kurmancî: Ziya Avci / Çapa Yekem: 2002, Çapa Duyem: 2012 / 560 rûpel


