Diyarname
35’emîn Festîvala Muzîkê ya Stenbolê berdewam dike. Flûtvan Emmaunel Pahud û klavsenkar Trevor Pinnock dê konserê bidin.
Du hunermendên navdar di projeya “Bach, niha û her gav” de roja 16’ê mehê saet 20’an de li Muzeya Aya Îrînî şahiyeke ji Bach pêşkêş dikin. Emmanuel Pahud ku li dinyayê bi flûta xwe navdar e û klavsenkarê navdar Trevor Pinnock dê bi vê projeyê bibin mêvanê festîvala muzîkê. Her wiha çellîstek ciwan Jihg Zhao jî dê bi wan re şirîkatî bike.
Berî konserê di çalakiya “Ber bi konserê” de flûtjen û nivîskar Aydin Buke dê di navbera saet 19.00-19.30’an de li ser bernameya konserê û Bachê sohbetek bike.
Trevor Pinnock yek ji pêşengê şirovekirina muzîka barok û klasîk e. Emmanuel Pahud jî ku xwedî gelek xelatên navneteweyî ye di 22 saliya xwe de bû şefê Orkestraya Filarmonî ya Berlînê.


