logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin
  2. Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin
  3. Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin
  4. Ji 1930 heta niha yên kûpa birine mala xwe
  5. Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne
news-details

Belgefîlmên kurdan di 'Festîvala Mafên Mirovan' de ne

Festîvala Kîjan Mafên Mirovan li dar dikeve ku têde gelek belgefîlmên kurdan jî hene.

  • Dîrok: 01/12/2012
  • Beş: Nûçeyên Çandî

Cemil Oguz

Li gelek welatên dinyayê li ser mafên mirovan festîval li dar dikevin. Li Tirkiyeyê jî hin belgefîlmên li ser mafên mirovan hene ku yek ji wan jî Festîvala Kîjan Mafên Mirovan e ku li Stenbolê li dar dikeve.
10'ê berfanbarê li dinyayê wekî Hefteya Mafên Mirovan tê pîrozkirin. Ev festîval jî di navbera 8-12'yê berfanbarê de, di vê çarçoveya Hefteya Mafên Mirovan de li dar dikeve û bi fîlman balê dikişîne ser mafên mirovan.
Mijara bingehîn a festîvalê ya îsal "mafê jiyanê" ye û her wiha beşên wekî "mafê xwedîbûna malek", "mafên sewalan", "mafên cinsî" jî têde hene û fîlm di bin van beşan de têne nîşandayîn. Ji gelek welatan li dor 40 fîlmên metrajdirêj, kurtefîlm û belgefîlm dê bêne nîşandayîn.
Îsal ligel nîşandayîna li girtîgehê, gelek çalakiyên din jî di nav festîvalê de têne li dar xistin.

Ji Liberya, Honduras, Bosna, Hirvatistan bigire heta Meksika, Iraq, Filistîn, Kamboçya û Tirkiyeyê, hema hema ji hemû parzemînên dinyayê çîrokên li ser binpêkirina mafên mirovan, têkoşîna li hemberî vê yekê di festîvalê de derdikevin pêşberî temaşevanan.

Belgefîlmên li ser kurdan

Di nav festîvalê de hin belgefîlmên derhênerên kurd ên li ser mafên mirovan jî hene. Ji van, belgefîlmê "Faîlî Dewlet" ê Veysi Altay ku li ser salên 90'î yên li Cizîrê û kurdên ku hatine windakirin; dîsa belgefîlmê "Min  rastî nivîsand" ê Ersin Çelik ku li ser bûyerên Licê yên salên 90'î hatine kişandin dê bêne nîşandayîn. Dîsa kurtefîlmê derhênerê kurd Rêzan Yeşilbaş "Bêdengî" ku Cannes jî têde li gelek cihan xelat girtibû jî tê nîşandayîn.
Her wiha belgefîlmê "Kanî Meral" ê Melek Ozmen û Fîlmmorê ku li ser kuştina jinan disekine; belgefîlmê ""Ich Liebe Dich" ê Emine Emel Balci ku ji pencereyeke din meseleya almanîbûnê dinêre jî derdikevin pêşberî temaşevanan.

Belgefîlm û panelek li ser Roboskiyê

Belgefîlmê Umit Kivanç ê li ser Roboskiyê yê bi navê "Aglama Anne" (Megrî Dayê) jî dê bê nîşandayîn û bi beşdariya derhêner Kivanç dê gotûbêjeke li dar bikeve. Her wiha ji ber yekemîn salvegera Roboskiyê dê bi beşdariya  xizmên windayên  Roboskiyê paneleke li dar bikeve û komkujiya Roboskiyê careke din bikeve rojevê.

Her wiha di beşa navneteweyî de jî "Pênc Kamerayên Şikestî" yê ku di van salên dawî de yek ji belgefîlmên girîng ê li ser Filistînê ye; belgefîlmê "900 roj" yê li ser Dorpêçkirina Leningradê; belgefîlmê "Zarokên Şoreşê" li ser şoreşên li dinyayê ye; dîsa "Em dixwazin dizanin" ku li ser travmaya Kamboçyayê ya di dema Kmerê Sor de û gelek belgefîlmên din ên bi vî rengî, yên li ser pirsgirêkên civakî, mafên mirovan di festîvalê de dibin mêvan.

Ji bilî nîşandayîna fîlman û belgefîlman di çarçoveya festîvalê de li darketina atolye, lîstina şanoyê, lidarxistina pêşangeh, panel û gotûbêjan gelek çalakî li dar dikevin.

Festîvala Kîjan Mafên Mirovan îsal diçe pişt deriyên hesinî jî. Li Girtîgeha Ciwan û Zarokan a Maltepeyê festîval du rojan di bin sernavê şahiya mafên mirovan de li dar dikeve.

Festîval diçe Amedê jî

Piştî Stenbolê, hilbijêreke ji festîvalê dê di navbera 14-16'ê mehê de here Amedê û li wir jî bê nîşandayîn.

Çalakî û nîşandayînên festîvalê li SALT Beyoglu, Cihê çalakiyan a Aynali Geçit, Dutch Chapel û Tutun Deposu li dar dikevin û her kes dikare bê pere li hemû çalakiyan temaşe bike.

 

***

Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye

 

 

 

 

 

 

 

***

 

REKLAM

 

 

 

 

 

 

 

 

Kovareke nû bi navê DîWAR derdikeve

Ji bo têkiliyê:
www.kovaradiwar.com
peywendi@kovaradiwar.com
Dîwar
Friedhofstr. 19
64401 Gross-Bieberau
Germany

 

Ji bo nûçeyê LOGO'yê bitikînin

 

Parve Bike

Youtube Me

Bêrê ma eyro şin ZENGE

news

DOSYA: 53 helbestên li ser şer

news

Kurdên Anatoliya Navîn

news

2 rojan de kurdan 4 komeleyên kurdî vekirin; li Amerîkayê çend komele hene?

news

Mem Ararat, Arda Guler, Kom Muzîk, hiqûq û tiştên din...

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 05 06 2026

Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne

news
  • 05 06 2026

Dawiya hefteyê hin çalakiyên çandî

news
  • 04 06 2026

Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin

news
  • 03 06 2026

Festîvala Fîlman a 'Uçan Supurge' dest pê kir

news
  • 24 05 2026

Derhêner Mungiu cara diduyan Palmiyeya Zêrîn girt

news
  • 23 05 2026

Dawiya hefteyê hin çalakiyên çandî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Ji bo piştgiriya Weşanên Sîtavê nivîskar tên ba hev

ad

Siyasetmedar Selim Sadak mir

ad

8 sedemên kişandina cixareyê

ad

Sean Pennî paştî da grevî

ad

Senaryoya Kurosawa ya nebûbû fîlm niha dê bê kişandin

ad

Doza Medenî Yildirim hat taloqkirin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin

  • 04 06 2026
news

Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin

  • 04 06 2026
news

Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin

  • 04 06 2026
news

Ji 1930 heta niha yên kûpa birine mala xwe

  • 04 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname