Diyarname
Lîstika Teatra Avestayê ya bi navê "Daf" vê carê li Navenda Çanda Nazim Hikmet a li Stenbolê tê lîstin.
Lîstika ku Dilan Guçer, Remzi Pamukçu û Aydın Orak têde dilîzin ji aliyê Aydin Orak ve hatiye nivîsandin. Lîstik pêşî di 18'emîn Festîvala Şanoyê ya Naventeweyî ya Stenbolê de hate lîstin, paşê li Enqereyê beşdarî 17'emîn Festîvala Şanoyê ya Enqereyê bû û niha jî dê li Navenda Çanda Nazim Hikmet a li Kadikoya Stenbolê bê lîstin. Lîstika ku li ser sînora du welatan, di navbera du leşkeran de derbas dibe, li Nazim Hîkmetê wê roja 15'ê mehê saet 20.30 de bê derkeve pêşberî temaşevanan.


