Diyarname
Li ser kampanyaya berhevkirina pirtûka a ji bo rojavayê Kurdistanê Weşanên Dîwan jî ragihand ku ew jî pirtûkên xwe, her wiha 10 ji kovarên Pêngav û 20 ji kovarên Peyamê dê bişîne.
Weşanên Avesta kampanyaya* "Rojava ne bi tenê ye" ya pirtûkan dabû dest pê kirin. Li Qoserê Kadîn Pirtûk û Kovarê piştirî dabû û piştî nûçeya ku me duh amade kir, Weşanên Dîwan ragihand ku ew jî bi pirtûk û kovarên xwe piştgirî didin vê kampanyayê. Weşanên Dîwan lîsteya pirtûkên ku amade kirine ji bo şandinê ji me re şand û em jî radigihînin we.**
Vaye lîsteya Weşanên Dîwan:
- Fîlozofekî Reşbîn û Bêdîn/Ebûl Ala el-Me'errî, 30 heb
- Dinya Delal e / Husein Muhammed, 30 heb
- Evînname/Antolojiya Helbestên Evînî, H. Muhammed, 30 heb
- Jiyana Mûsa li Misirê / Yavuz Delal, 20 heb
- Antolojiya Helbestên Cîhanê/Husein Muhamed, 15 heb
- Dersên Şerîetê/Kamiran Alî Bedirxan, 10 heb
- Pêlên Eşqê/Dirbas Mistefa, 10 heb
- 30 Çîrok ji Edebiyata Cîhanê/H. Muhammed, 5 heb
- Xewa Min Nayê/Ebdulla Peşêw, 5 heb
- Destana Dewrêşê Evdî, 5 heb
Herwiha 20 kovarên Peyamê...
Deh jî kovarên Pêngavê...
*Nûçeya eleqedar: Ji bo Rojava kampanyaya pirtûkan dest pê kir
** Ger weşanxane yan saziyên din ku piştgirî bidin kampanyayê hebin û lîsteyên xwe ragihînin me emê wan jî biweşînin


