Amûdê
Meclisa Gel a Rojavayê Kurdistanê (MGRK) ku ji gelek sazî û rêxistinên sivîl, sazî û rêxistinên jinan û ciwanan pêk tê, encamnameya duyemîn ya Meclisa Daîmî li dar xist. Di encamnameyê de hate destnîşankirin ku tevî hemû hewldanan jî, gelê kurd rêya sêyemîn hilbijart ji têkoşîna xwe ya aştiyane dûr neket û wisa hat domkirin “Meclisa me projeya çareseriya siyasî ya ku Desteya Bilind a Kurd destnîşan dike wekî rêya çareseriyê dipejirîne.”
Meclisa Gel a Rojavayê Kurdistanê di navbera 28 û 29'ê berfanbarê de, civîna rêveberiya xwe ya daîmî li bajarê Amûdê lidar xist. Piştî nirxandin, encamnameya civînê ji bo raya giştî hate eşkerekirin. Di civînê de biryarên girîng ên di warê civakî û bi taybetî mafên jinan de hatin girtin.
Di encamnameyê de derbarê rewşa dawî ya Sûriyeyê de wiha hate gotin: "Ji ber zêdebûna şer û tundiyê, rewşa li Sûriyeyê derbasî qonaxeke xeter bûye. Bi taybetî aliyên radîkal yên selefî ku derbasî gelek bajaran bûn, ji bilî wênarî û kuştinê tiştekî din bi xwe neanîn. Vê yekê bi demê re hiştî ku şoreşa Sûriyeyê rastiya daxwazên xwe dûr bikeve."
PLANÊN DAGIRKIRINÊ HATIN PÛÇKIRIN
Meclisê destnîşan kir ku tevî hemû hewldanan jî, gelê kurd rêya sêyemîn hilbijart ji têkoşîna xwe ya aştiyane dûr neket û wiha berdewam kir:
"Hêzên ku nekarîn gelê me ji têkoşîna wî ya siyasî û aştiyane dûr bixe, herî dawî bi rêya komên çekdar êrîşî Serêkaniyê kirin û xwestin ku rojavayê Kurdistanê dagir bikin. Lê ev komên ku rastî berxwedana Yekîneyên Parastina Gel hatin têk çûn. Li aliyê din avakirina meclisên herêmî û komîteyên parastina sivîl jî, di serî de rêjîma Tirk hemû planên dagirkirina rojavayê Kurdistanê pûç kirin."
MECLÎSA GEL BI BIRYAR E KU PEYMANA HEWLÊRÊ BI CIH BÎNE
Derbarê rewşa siyaseta kurdî de jî ev nirxandin hatin kirin: "Meclisa Gel a Rojavayê Kurdistanê peymana hevkariya netewî ya ku li Hewlêrê hat mohrkirin wekî vîna siyasî û rewa ya gelê kurd dibîne û bi biryar e ku hemû pêwîstiyên peymanê bi cih bîne. Her wiha meclisa me projeya çareseriya siyasî ya ku Desteya Bilind a Kurd destnîşan dike wekî rêya çareseriyê dipejirîne."
KOMÎTEYA LIHEVHATIN Û EDALETÊ TÊ ÇALAKKIRIN
Meclisa Gel ragihand ku ji bo berfirehkirin û pêşxistina têkiliyên derve re, biryar dane ku komîteya pêwendiyan bi hêz bikin. Her wiha hat gotin, li gorî peymana hevkariya netewî dê komîteya edalet û lihevhatinê were çalakkirin.
JI BO JINAN BIRYARÊN GIRÎNG
Her wiha, beşek girîng a civînê jî li ser mafên jinan û pirsgirêkên civakî yên li rojavayê Kurdistanê bû. Hate diyarkirin ku azadiya jinan mîsogerkirina azadiya civakê ye, Malbata Demokratîk a ku desthiladariyan napejirîne, nûnertiya civaka azad dike û cîgirtina jinan di ciyê xwe yê rewa de di civînê de hate nîqaşkirin û ev biryar derbarê jinan de hatin girtin:
- Nabe ku keçên biçûk, berî temenê 18'an bên zewicandin.
- Mafê jinan heye ku hevserê xwe hilbijêre, nabe bi darê zorê were zewicandin.
- Zewicandina berdêlî hate qedexekirin.
- Qedexekirina zewaca pirjinî
- Qelen hatiye qedexekirin. Li şûna wê her du alî bi hevbeşî pêdiviyên jiyanê temîn bikin.
- Di parvekirina mîras de tu cudahî di navbera zayendan de tune ye
- Mafê jinan heye ku di hemû beşên jiyanê de cihê xwe bigirin.
Ji ANF'ê hatiye girtin


