Enqere
Yekem car ji bilî parêzer û birê Ocalan hinên din diçin Îmralî: Heyeta BDP'ê ku ji Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk û Mebûsa BDP'ê Ayla Akat Ata pêk dihat çû Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin pêk anî.
Heyet serê sibê saet 08'an de çûn giravê û saet 15'an de vegeriyan.
Li ser hevdîtinê tu daxuyanî nehate dayîn lê hate gotin ku hevdîtin baş derbas bûye.
Hevserokê BDP'ê Selahattin Demirtaş ji bo Nûçe TV axivî û got ku di rojên pêş me de li ser naveroka hevdîtinê dê daxuyaniyê bidin.


