Stenbol
Heyeta BDP'ê ya ku ji parlementerên BDP'ê Pervin Buldan, Sirri Sureyya Onder û Altan Tan pêk hat îro piştî çûn bi Ocalan re hevdîtin pêk anîn û vegeriya Stenbolê.
Ev demekê ye nîqaşa li ser navê BDP'ê dê kî here Îmraliyê û bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bîne dom dikir. Di dawiyê de îro li ser navê BDP'ê Wekîla Hevserokên Koma BDP'ê Pervin Buldan û mebûsên BDP'ê Sirri Sureyya Onder û Altan Tan çûn Girava Îmraliyê. Heyet bi keştiya aîdî Midûriyeta Giştî ya Ewlehiya Peravê serê sibê çûn giravê û vê êvarkî saet li dor 18.10 de vegeriyan Bêndergeha Atakoy Marînayê.
Li ser navê heyetê Serokwekîla BDP'ê Pervîn Buldan daxuyaniyeke kurt da xebatkarên çapemeniyê û got: "Berî her tiştî ez spasiyê dikim. Ez dixwazim daxuyaniyekî kurt a Birêz Ocalan bi were parve bikin. Wî got 'Ji ber hurmeta kedkarên çapemeniyê ez silavên xwe ji wan re dişînim. Ez ji ber hurmeta kedkarên çapemeniyê vê daxuyaniyê didim. Ev hevdîtin gavekî dîrokî ye. Em pêvajoyekî dîrokî dijîn. Divê hemû alî di vê pêvajoyê de gelek baldar bin. Di destê dewletê de girtî hene. Di destê PKK'ê de jî girtî hene. Hêvî dikim ku PKK li girtiyên di destê xwe de dinêre û hêvî dikim di demekî kin de ew bigihîjin malbatên xwe'."
Pervîn Buldan diyar kir ku li ser hevdîtinê di rojên pêşiya me de rê Hevserokên Giştî yên BDP'ê daxuyaniyê bidin çapemeniyê.
Heyet, bêyî pirsên rojnamegeran bibersivîne ji Marînayê veqetiya.


