HEWLÊR
Heyeta BDP’ê ya ji Hevserokê Giştî yê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Parlementerê BDP’ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder pêk dihat ji bo nameya Ocalan bigihînin KCK’ê hatin başûrê Kurdistanê. Heyetê piştî serdana Qendîlê bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêrçîrvan Barzanî re hevdîtin pêk anî.
Li gorî daxuyaniya di malpera fermî ya Hikumeta Herêma Kurdistanê de cih girt, Demîrtaş ji aliyê Nêçîrvan Barzanî ve hate pêşwazîkirin û di hevdîtinê de pêşketinên têkildarê pirsgirêka kurd a li bakurê Kurdistanê hatin gotûbêjkirin. Demîrtaş bi rêya Nêçrîvan Barzanî silavên Ocalan ji Barzanî re şandin.
Demîrtaş di hevdîtinê de bal kişand ser rola Herêma Kurdistanê di çareseriya pirsgirêka kurd de û ji Nêçrîvan Barzanî xwest ku di vê pêvajoya aştiyê de rola xwe bilîze û hevkariyê bike.
Hate gotin ku Demîrtaş ji Barzanî xwestiye ku hikumeta Herêma Kurdistanê ji bo çareseriya pirsgirêka kurd rola xwe ya dîplomasiyê ya bi Ewropa û DYA’yê re bi cih bîne û di vî warî de pêwendiyên xwe xurt bike.
Nêçîrvan Barzanî jî her wiha, dilxweşiya xwe ya ji bo pêvajoya aştiyê ya di navbera dewletê û Ocalan de hatiye destpêkirin anî ziman û got ku ew piştgiriyê didin vê projeya aştiyê. Barzanî got ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd li Tirkiyeyê tiştê ku bikeve ser milê wan ew ê bikin.


