Diyarname
Fûara Pirtûkan a Amedê gelek weşanxaneyên kurd, saziyên sivîl ên kurd dike mêvanên xwe.
Li ser axa kurdan fûara pirtûkan a herî mezin Fûara Pirtûkan a Amedê ye ku ji aliyê TUYAP'ê ve tê organîzekirin. Wekî salên borî îsal jî gelek weşanxaneyên kurd di fûarê de amade ne.
Fûara Pirtûkan a Amedê îsal 4'emîn car wê deriyên xwe ji bo mêvanan veke. Fûar îsal roja 14'ê vê mehê lidar dikeve û heta 19'ê mehê dêl dar be. Diruşma fûarê "Rêwîtiya ber bi erdnîgariya qedîm a nivîsê ve" ye. Îsal lidor 150 weşanxane û saziyên sivîl dê standê vekin û li dor 300 heb jî çalakiyên çandî dê lidar bikevin. Di nav çalakiyan de gelek çalakiyên bi kurdî jî hene.
Di fûarê de 10 weşanxaneyên kurdan ên wekî Weşanên ARAM (Salon 2, no 201 B), Weşanên AVA (Salon 2, no 103 B), Weşanên AVESTA (Salon 2, No: 704), Weşanên BELKÎ (Salon 2, No: 103 C), Weşanên DENG (Salon 2, No 305 B), Weşanên LÎS (salon 2, No: 604 A), Weşanên NUBIHAR (salon 2, No: 605) Weşanên RONAHÎ (Salon 2, No: 804 D), Weşanên VATE (Salon 2, No: 103 A) û Weşanên ZÎBEQ (Salon 2, No: 205 B) standê vedikin.
Her wiha Weşanên Evrensel ku weşanxaneye çepgir e û bi kurdî jî pirtûkan çap dike dê di fûarê de (salon 2, no 602 A) standê veke.
Ji saziyên kurdan Weqfa Îsmaîl Beşîkçî, TZP û Enstîtuya Kurdî ya Amedê, Komeleya Nivîskarên Kurd û Nûneriya PEN'a Tirkiyeyê ya Amedê dê dê standê vekin.
Ji bilî van, di warê kovaran de jî kovara "Kurt Tarihi" û kovara Tîrojê dê di fûarê de standê vekin û danasîna xwe bikin.
Ji şaredariyên kurd jî Şaredariya Kayapinarê û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê jî beşdarî fûarê dibin.
Têbinî: Di nûçeyê de me navê Weşanxaneya APEC'ê nenivîsandibû. Em hatin hişyarkirin ku Weşanxaneya APEC'ê jî beşdarî Fûara Amedê dibe. Em vê kêmasiya xwe sererast dikin. (Ev not roja 12.05.2013'yan de il vê nûçeyê hatiye zêdekirin.)
***
Nûçeyê eleqedar:
- Weşanên Avesta bi çalakiyan li Fûara Amedê ye
- Ahmed Arîf vê carê bi lîstikek şanoyê li Amedê ye
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.


