Vê serê sibê polîs ji aliyê Gumuşsuyu û aliyê din ve ketin Taksîmê. Li ber barîkatên heyî pevçûn derketin.
Polîsan her anons dikir ku dê êrîşê yên li Parka Taksîmê nekin (hê jî ev anons tê kirin), tenê dê derdora Taksîmê, rêyên din ji pankartan paqij bikin.
Heta niha hem pankartên li AKM'ê ve hatibûn daliqandin hem yên li qada Taksîmê.
Di navbera polîs û çalakgeran de pevçûn derket.
Heta niha polîs neketina Parka Seyranê ya Taksîmê û dibêjin emê dest nedin wir, lê xirecir didome.
Dema ev nûçe hate amadekirin êrîş û pevçûn dom dikir...
***
Hin nûçeyên eleqedar:
- Heyeta bi Erdogan re hevdîtinê pêk bîne diyar bû
- Ji bo Berxwedana Taksîmê çi gotin?
- Qad di destê gel de ye: Li Taksîmê gel bi ser ket
- Onder ji nexweşxaneyê derket


