Diyarname
Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr beşdarî bernameya "Nêrîn" a Nûçe TV bû û bal kişand ser hin xalên girîng.
Vane ji gotinên Baydemîr çend xal:
- Piştî qedexeya min a derketina derveyî Tirkiyeyê rabû yekemîn car e ez têm Ewropayê. Ev du roj in ez li vir im. Hêviya min ew e gelê li vê derê vegere welatê xwe. Hêviya min ew e ku qedexe rabin.
- Li ser meseleya "Parqa Gezî ya Taksîmê" (Parka Seyranê ya Taksîmê) ez wisa bibêjim: Li gor zagonan di dema çêkirina projeyan de ne hewceye serî li fikrên gel bidin. Lê em fikre nû dixin jiyanê. Şaredarî dema projeyên xwe pêk tînin divê destpêkê nêrînên gel û saziyên sivîl bigirin. Ger nêrîna gel destpêkê bihata girtin dê wisa nebûya. Ji ber ku nêrîna gel nehat girtin ev bûyer pêk hatin. Ev 9 sal in ez şaredar im. Min di her tiştî de nêrîna gel girt. Ger tiştên li Stenbolê pêk hatin li Amedê pêk bihata dê bi diyalogê bihata çareserkirin. Em projeyên xwe ji sedî 75 bi gel re parve dikin û piştre pêk tînin.
- Parqa Gezî ne tenê pirsgirêka Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ya Tirkiyeyê ye.
- Em li Amedê hûn bixwazin li ser eraziya xezîneyê daran biçinin divê hûn serî li wezareta têkildar bidin, ew jî girêdayî Serokwezîrî ye. Li gor min li Tirkiyeyê hê rayeyên Padîşahiyê yên 200-300 sal berê hene. Di vî warî de nêrîna Enqereyê hê wisa ye.
- Pêvajoya çareseriyê didome. Kurd statu, nasname û çanda xwe dixwazin. Kurd divê ji vê saetê bi şûn de ranezên û ji berê zêdetir bixebitin.


