BRUKSEL
Konseya Rêveber a KNK'ê bi daxuyaniyekê biryara betalkirina lînsansa NÛÇE TV, MMC Û ROJ TV şermezar kir û bang li Danîmarkayê kir ku zûtirîn demê de des ji vê biryara xwe ya li dijî prensîbên azadiya çapemeniyê berde.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku, ev biryar şopeke qirêj e û dûrî prensîbên azadiya çapemeniyê ya navnetewî ye. KNK'ê diyar kir ku ev biryar di çapemeniya cîhanê de bê mînak e û destnîşan kir ku, yekem car e kargeheke çapemeniyê bi cezayekî ew qas giran ê pere tê cezakirin.
Konseya Rêveber a KNK'ê ragihand ku ev biryar ne hiqûqî siyasî ye û li pişt dewleta Tirk heye û got, "Ev biryar bi hevkariya dewleta Tirk li dijî çapemeniya kurd hatiye girtin. Ev ne tenê biryareke ne rewa ye, di heman demê de dikare ji pêvajoya çareserî û aştiyê ya li Kurdistan û Tirkiyê tê meşandin, bibe asteng."
KNK'ê bang li Dadgeha Bilind a Danîmarkayê kir ku nekeve bin bandora siyaseta dewleta Tirk, ji vê biryara xwe ya bê rewa vegere û ji rêzê li mafê azadiya çapemeniyê bigire.
KNK'ê di dawiya daxuyaniya xwe de bang li hemû partî, rêxistin û saziyên sivîl ên kurd kir ku li dijî vê biryarê bêdeng nemîne û xwedî li deng, reng û hebûna xwe derkevin.


