Diyarname
Meleyekî îranî di malpera înternetê de li gor çavkaniyên olî ragihand ku bi vexwarina avê rojî naşikê.
Ayetullah Esedullah Beyat Zencanî ku yek ji alimên olî yê asta bilind ê îranî ye fetwayeke balkêş weşand. Li gor wî bi qasî ku tîna mirov bişkê mirov avê vexwe rojiya mirov naşkê.
Ayetullah Esedullah Beyat Zencanî wisa got: "Yên ku rojî digirin lê li ber tîbûnê nikarin ber xwe bidin, bi qasî ku tîbûna wan bişkê dikarin avê vexwin. Di rewşeke wisa de rojî naşkê."
Alimê navborî, di nav rutbeyên Şiîtiyê de asteke bilind de ye.


