Diyarname
Kovara Nûbiharê ku her sal wekî kevneşopî di meha Remezanê de xwarina fitarê dide mêvan, nas û dostên xwe, careke din ev xebata xwe bir serî. Xwarina fitarê ya Nûbiharê îsal êvara 18'ê mehê li Restoranda Dilruba ya li Uskudara Stenbolê li dar ket.
Di fitarê de Mebûsê BDP'ê Altan Tan, mebûsê AKP'ê yê berê Abdurrahman Kurt û gelek kesên din amade bûn.
Xwedî û edîtorê kovara Nûbiharê Suleyman Çevîk di axaftina xwe de xêrhatin li mêvanan kir, bal kişandin ser xebatên Nûbiharê ku ev 20 sal in dom dike.


