Hewlêr
Ji bo “Konferansa Neteweyî ya Kurd” ya li Hewlêrê Barzanî, Demirtaş, Turk, Ok jî di nav de berpirsên mezin hatin cem hev û biryara avakirina komîteyeke ji bo konferansê dan.
Rêberê KCK'ê Abdullah Ocalan çend konferans pêşniyar kiribû. Hin ji wan hatin lidarxistin niha dor dora lidarketina Konferansa li Hewlêrê ye. "Konferansa Hewlêr"ê ku wekî "Konferansa Neteweyî ya Kurd” tê binavkirin wisa diyar e ku dê payîzê lidar bikeve. Ji bo konferans bê lidarxistin nûnerên partiyên siyasî û civakên sivîl li bajarê Selahaddinê hatin cem hev.
Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Mesûd Barzanî, Serokwezîrê Hikumeta Herêmê Neçîrvan Barzanî, Endamên Konseya Rêveber ên KCK’ê Sabrî Ok, Zekî Şengalî Ronahî Serhed, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Ahmet Turk, BDP'ê Selahattin Demirtaş, Endamên Polîtburoya Yekîtiya Nîştimanî Kurdistan (YNK) Sadî Pîra û Adnan Muftî, ji Partiya Demokratîk a Kurdistan (PDK)ê Kemal Kerkûkî, Hevserokên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim û Asya Ebdullah, Hevserokên Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Nulîfer Koç û Tahir Kemalîzade û gelek nûnerên partî û civakên sivîl beşdarî civînê bûn.
Di civîna ku nêzî 4 saetan berdewam kir de, ji bo "Konferansa Neteweyî ya Kurd” biryara avakirina Komîteya Amadekar hat girtin. Ji bo partî endamên xwe yên ji bo komîteyê diyar bikin du roj wext hat dayîn. Di nav wan her du rojan de piştî partiyan endamên xwe diyar kirin wê ji nû ve civîn li dar bikeve.


