Diyarname
Ji bo Kûpaya Tirkiyeyê ya Ziraatê peşke hatin kişandin. Tîmên kurdan tên hemberî hev.
Kûpaya Tirkiyeyê ya Ziraatê ya sala 2012-2013'yan par hate lîstin û Fenerbahçeyê bi dest xist. Di kûpayê de tîma Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê "Diyarbakir BB"yê jî çend tûr li dû xwe hiştibû û serketinek bi dest xistibû. Niha, tîmên ji bajarên ku nekarî di asta tîmên mezin de û kategoriya ciwanan de zêde cih bibînin hatin hilbijartin û ji bo wan tûrnûva hate organîzekirin.
Pişkeya ji bo Kûpaya Tirkiyeyê ya ji bo van tîman li navenda Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê (TFF) ya li Stenbolê hat kişandin.Di encama pişkeyê de ev tîm hatin hemberî hev:
- Karaman Belediyespor-Kilis Belediyespor
- Tatvan Gençlerbirligispor - Dêrsimspor
- Yuksekova Belediyespor - Cizre Basraspor
- Patnos Gençlikspor - Igdir Gençlerbirligispor
- Gole Belediyespor - Karsspor
Di maçan de kîjan tîm bi ser bikeve dê derbasî tûra din bibe. Maç 1'ê meha pêşiya me têne lîstin.
Çend agahî li ser van tîman:
Dêrsimspor, Karsspor, Golespor, Igdir Gençlerbirlği, Patnosspor îsal di Bolgesel Amator Lig 1. Grup (Koma 1'emîn a Lîga Amatoran a Herêmî) de dê dbilîzin.
Cîzre Basra Spor, Tatvan Gençlerbirliği û Yuksekoca Belediyesor di heman lîge, lê di Koma 2'yem de dê bilîzin.
Maçên Lîga Amatoran a Herîmi îsal roja 22.09.2013'yan de dest pê dikin.


