Diyarname
Di Kûpaya Super ya UEFA'yê de tîma îngilîz Chalsea û tîma alman Bayern Munih hatin hemberî hev. Di heman demê de teknîk dîrektor Pep Guardiola û Jose Mourinho ku li Spanyayê reqîbên hev bûn hatin hemberî hev. Di encamê de Guardiola û B. Muniha wî bi ser ket.
Par Bayer Munih bûbû Şampiyonê Lîga Şampiyonên û Chelsea jî di Lîga Ewropa ya UEFA'yê de bûbû şampiyon. Yên ku di van her du lîgan de dibin şampiyon di Kûpaya Super a UEFA'yê de tên hemberî hev. EW maç îro Stada Eden Arena ya Komara Çek hatin hemberî hev.
Temaşevanên maçê îşev bi siûd bin ji ber ku maçeke bi lez, bi heyecan û bi coş li dar ket. Di deqîqeya 8'an de Chelsea bi lêdana Torres bi 1-0 ket pêş. Nîveka yekem a maçê bi vî awayî bi dawî bû.
Nîveka duyem jî maç bi coş dest pê kir. Hê di deqîqeya 47'an de Toni Kross ji aliyê baskê çepê ve xwest bikeve hundir lê Ribery hat hewara wî û Kross pas da Ribery. Ribery piştî ku reqîbekî xwe li dû xwe hişt bi şid lê da, got: 1-1.
Di deqîqeyên dawî de her du tîman jî firsenda avêtina golê bi dest xist lê encam derneket. Di deqîqeya
85'an de ji Chelsea lîstikvan Ramires qerta sor girt û Cheslea bi 10 kesan, maç jî bi 1-1 bi dawî bû. Piştî vê maça 30 deqîqeya dem dirêj dest pê kir.
Hê di deqîqeya 94'an de lîstikvanê belçîkî Eden Hazard reqîbên xwe derbas kir û ket sehaya pêş qeleyê û lê da, encam bû 2-1.
Chelsea bi 10 kesî ber xwe dida, Bayer Munih jî bi feraseta alman ku heta salîseya dawî jî ber xwe dide êrîş dikir. Tam di kêliya ku maç dê bidawî bibe de, di deqîqe 120+1 de Martinez li ser navê Munihê gol avêt û got ev maç derbasî penaltiyan dibe.
Di penaltiyan de, ji 5 penaltiyên pêşî Bayer Munih hemû avêtin û Chelsea ji ber ku nekarî penaltiya 5'an veguherîne golê, maç bi 5-4 serketina penaltiyan a Bayer Munihê bi dawî bû.
Bayer Munih bi Pep Guordiola kûpa bir mala xwe. Her wiha Teknîk Dîrektor Pep Guardiola ku dîroka wî bi kûpayan tije ye bû 3 caran vê Kûpaya Super bi dest dixe. Bi vê encamê li dinyayê bû teknîk dîrektorê ku herî zêde vê
kûpayê digire û reqorek şikand.


