Diyarname
BDP'ê stratejiya xwe ya hilbijartina herêmî ku di adara 2014'an de li dar bikeve diyar kir. Li Kurdistanê BDP, li Tirkiyeyê jî wê bi navê HDP'ê bikevin hilbijartinê. Di nav siyaseta Tirkiyeyê de jî ya kurdan de jî yekemînîn car e rewşeke wisa derdikeve holê.
BDP û hin partiyên çepgir, hin derdorên hawirparêz û hin kesên serbixwe hatibûn cem hev û Kongreya Demokratîk a Gel ava kiribûn. Kongreyê demek berê xwe veguhart partiyê û bi navê HDP (Halklarin Demokratîk Partîsî - Partiya Demokratîk a Gelan) ava kiribû. BDP ku di nav HDK'ê de partiya herî mezin e ev demekê bû li nav wê li ser meseleya hilbijartinê nîqaş dom dikir. BDP'ê hem li nav xwe, hem jî ligel HDK'yiyan nîqaş kir û gihîşt encamekê. Ev encam îro li Cezayîr Restoranta Beyogluya Stenbolê bi civîneke çapemeniyê hat ragihandin. Civîna çapemenî ku ji aliyê nêzî 15 kanalên televîzyonan û gelek rojnamegeran ve hat şopandin de Hevserokên HDP'ê Yavuz Onen û Fatma Gok û Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak axivîn. Duxuyaniya hevpeş ji aliyê Endama Lijneya Rêveberiya HDK'ê Betul Çobanoglu ve hat xwendin.
Di civîna çapemeniyê de Mebûsên BDP'ê Sirri Sureyya Onder, Pervin Buldan, Sebahat Tuncel, Mebûsê HDK'ê Levent Tuzel, mebûsê berê Ufuk Uras, endamê Lijneya Rêveberiya BDP'ê Kemal Pekoz, ji rêveberiya HDP'ê Yudusev Ozsokmenler, Erdal İmrek û gelek kesên din amade bûn.
Li gor biryarên ku hatin girtin li bakurê Kurdistanê wê BDP, li rojavayê Tirkiyeyê jî wê HDP bikeve hilbijartinê.
Hevseroka HDP'ê Fatma Gok bang li hemû hevkarên HDK'ê û partî û rêxistinên derveyî mane kir ku piştgirî bidin wan.
Yavuz Onen jî got ku li cihê ku sedî 80'ê gel li Tirkiyeyê li bajaran yanê li navendê dijîn de, ew dê li xwecihiyê polîtîkayê bikin.
Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak jî got ku ji bajaran heta navçeyan, heta moxtariyan jî ew dê berendaman nîşan bidin, hevkariyê çêbikin. êdî gotin a gel e, emê qadek ku gel gotina xwe lê bibêje ava bikin.
Vane ji daxuyaniya hilbijartinê ya HDP û BDP'ê çend xal:
- Afirandina rêveberiya li cih û di cih de, avakirina modeleke demokratîk a rêveberiyên herêmî, bi vî rengî xurtkirina demokrasiya herêmî û sîstema îdarî ya meclisên xweser ji aliyê tevahiya civakê ve bê pejirandin têkoşîn bê dayîn,
- Li gorî pîvanên demokrasiyê, afirandina modela rêveberiya herêmî ya tevlêkar,
- Afirandina Şaredarvaniyek ku butçeya wê gel bi xwe diyar dike û rê li rant, dizî û taşeronî digire,
- Di rêveberiyên herêmî de, serdestkirina wekheviya zayendî û nêzîkatiya civaka ekolojîk,
- Rawestandina polîtîkayên veguherîna bajarvaniyê yên gel mexdûr dikin,
- Ji bo zarok û astengdar karibin bi hêsanî tev li jiyana rojane ya bajêr bibin derfet werin afirandin,
- Li qada gelemperiyê, pêşîvekirina li bikaranîna zimanê zikmakî û pêşxistina Şaredarvaniya pirzimanî,
- Di şûna polîtîkayên aboriyê yên neo lîberal de, pêkanîna polîtîkayên civakî...


