logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çend gotin li ser 'Li Gelîyê Goyanê Roman Li Diyarbekirê Şiîr'
  2. 'Prenses Mumbî' xelata mezin girt
news-details

‘Kurdan bi berxwedana xwe rihê Qazî Mihemed şad kir’

  • Dîrok: 06/02/2026
  • Beş: Nûçe

6'ê mehê, agahiyên li ser Rojava...

...ev tê nûkirin...

 

 

‘Kurdan bi berxwedana xwe rihê Qazî Mihemed şad kir’
DEM Partî ya navçeya Payîzava ya Wanê, ji bo piştgiriya Rojava li navenda navçeyê meşek li dar xist. Di meşê de pankarta “Xwedîderketina Rojava xwedîderketina mirovahiyê ye, Rojava xeta me ya sor e” vekir.
Endamê MYKê yê Partiya Komunîst a Kurdistan (KKP) û parlamenterê DEM Partiyê Sînan Çîftyurek, hevşaderên Bajarê Mezin ên Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan, hevserokên DBP û DEM Partiyê yên Wanê, nûnerên saziyên sivîl û gelek welatî tevli meşê bûn.
Parlamenterê DEM Partî Sînan Çîftyurek li vir axivî û got, "Kurdan bi berxwedana xwe rihê Qazî Mihemed şad kiriye. Yên ku dixwestin statuya Rojava ji holê rakin, têk çûn.”
*

HSD'ê pêşwazî heyeta Wezareta Parastinê kir
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li Hesekê heyeta Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê pêşwazî kir.
Li ser navê HSD'ê Fermandan Çiya Kobanî û li ser navê heyeta Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê Hamza el-Hamidi ligel endamên heyetan hatin ba hev.
HSD'ê got ku der barê meseleya entegrasyonê de heyet hatine ba hev û gotin gotûbêj dewam dikin.
**

Însiyatîfa Yekîtiya Demokratîk: Gavek zûtir Deriyê Murşîdpinarê vekin
Însiyatîfa Yekîtiya Demokratîk li ser dorpêça Kobanî daxuyanî da û banga vekirina Deriyê Murşîdpinarê kir.
Însiyatîfê got ku vekirina Deriyê Murşîdpinarê ne tenê ji bo alîkariya mirovî dê watedar be, di heman demê de ji bo dawîkirina helwesta neyînî ya li dijî Kobanî jî wê bibe gaveke girîng.
Însiyatîfê bal kişand ser helwesta AKP'ê jî û got, "Di çarçoveya alikariya mirovî de Platforma Piştgirî û Parastina Amedê çend roj berê ji bo Kobanî alîkarî kom kir. Karwana alîkariyê ku bi barên xwe yên ji av, şîr, betanî, xwarin, kelûpelên paqijiyê yên jinan û mama pêk dihat, ber bi deriyê sînor ê Murşîtpinarê ve bi rê ket lê Hikumeta AKP'ê rê neda ku alîkarî derbasî Kobanî bibe. Heta ku hewldanên alîkariyê ji aliyê parlamanterekî AKP'ê ve wekî “şova sîyasî” hatin pênasekirin.”

**

Heyeta Kobanî çû Helebê: Divê hêzên Şamê ji gundên Kobanî derkevin
Endamên Heyeta Rêveberiya Xweser a Kobanî Mizgîn Xelîl û Ebdulrehman Demir li ser encamên hevdîtina li Helebê, daxuyanî dan. Mizgîn Xelîl got ku divê hêzên leşkerî yên girêdayî Şamê ji gundewarê Kobanî derkevin da ku koçber bi rehetî vegerin gundên xwe.
Duh li Helebê di navbera heyeta rêveberiya Kobanî û şandeya parêzgeha Helebê de civînek pêk hat. Endamên heyeta rêveberiya Kobanî vegeriya Kobanî û der barê hevdîtinê de ji bo ANHAyê axivî.
'Me Xwest Rûpelek Nû Vekin'
Endamê şandeyê Ebdulrehman Demir diyar kir ku şêniyên Kobanî li benda nîqaşên li Helebê ne û got: “Zimanê lihevkirin û diyalogê li pêş bû. Me xwest em rûpela derbasbûyî bigirin û yeke nû vekin, ji bo ku em Kobanî bi hev re bi rê ve bibin, ewlekarî û saziyên wê em bi hev re bi rê ve bibin.”
Mizgîn Xelîl jî der barê hevdîtinê de wiha got: “Li ser esasê vexwendina parêzgeha Helebê ya girêdayî hikumeta Şamê ya Sûriyeyê em çûn Helebê. Piştî peymana ku di 30'ê Çileyê hatiye çêkirin, yek ji xalên wê peymanê ye ku Kobanî wekî sîstema berê ji aliyê rêveberiyê û ewlekariyê ve girêdayî parêzgeha Helebê be. Ji ber vê jî ji bo kar û pirsgirêkan em cara yekem derbasî parêzgeha Helebê bûn.”
'Me gelek mijar nîqaş kirin'
Mîzgîn Xelîl bal kişand ser hevdîtina ku pêk hatiye û wiha got: “Divê hêzên leşkerî ên girêdayî hikumeta Şamê ku niha di gelek gundewarên Kobanî de ne, derkevin da ku koçberên li Kobanî bi rehetî derbasî gundên xwe bibin. Her wiha li ser gelek pirsgirêkên din û dorpêça ku em niha tê de ne û gelek pêdiviyên rojane, av, elektrîk û gelek pirsgirêkên jiyanî jî derdikevin holê. Bêtir îşaret bi cudabûna ku di Sûriyeyê de hate kirin ev cudahiyên di nava Sûriyeyê de bi xwe re zengînbûnekê tînin ku mirov bêtir parastina van bike û bi aramî bijî, dûrî dijminatî, şer, pevçûn û aloziyan.”
**

Heyeta Rojava û Barrot li Hewlêrê çi axivîn?
Duh Fermandarê Giştî yê HSD'ê Mazlum Ebdî, Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed û endama Fermandariya Giştî ya HS'Dê Rohilat Efrîn duh li Hewlêrê ligel Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean Noel Barrot civiyan.
HSD'ê îro li ser vê daxuyanî da. Va ne hin gotinên ji daxuyaniyê:
- Teqezî li ser hat kirin ku divê peyman bi temamî were bicihanîn. Berdewamiya têkoşîna hevbeş a li dijî rêxistina DAIŞ'ê, mîsogeriya ewlehî û navendên ragirtina çekdarên rêxistinê û malbatên wan hatin nîqaşkirin.
- Teqezî li ser girîngiya parastina taybetmendiyên herêmên Kurdan û parastina mafên gelê kurd ê li Sûriyeyê hat gotûbêjkirin.
- Meseleya entegrasyona YPJ'ê di nav de mijara entegrasyona hêzên leşkerî û ewlekariyê de bi hemû hûrgiliyên xwe hatin nîqaşkirin ku bikeve xizmeta ewlehiya tevahî herêmê.
- Di civînê de bal kişand ser girîngiya vegera koçberan li herêmên xwe, bi taybetî yên Efrîn û Serêkaniyê, girîngiya beşdariya çalak li ser asta nîştimanî da ku çareseriyeke siyasî ya giştî pêk were ku mafên hemû pêkhateyên gelê Sûriyeyê mîsoger bike. Fermandarê Giştî yê HSD'ê pesnê rola erênî ya Fransayê di vê pêvajoyê de da, ku piştgirî da hewldanên aştî û îstiqrarê.

**

Heyetên leşkerî yên HSD û Şamê dicivin
Ji bo bi cih anîna peymana di navbera Rêveberiya Xweser û Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê de hefteya borî du heyetên Şamê hatibûn Hesekê û Qamişloyê. Heyetan têkiliyên pêşerojê yên Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Navendî nîqaş kiribû. 
Ew dê niha jî mijara entegrasyona leşkerî nîqaş bikin.
Li gor agahiyan di demek kurt de heyetên leşkerî wê bên ba hev û li ser şêwazê têkilî û tevlêbûna HSD'ê di nav artêşa Sûriyê bê nirxandin. Îhtîmal e îro ev heyet bên ba hev.
**
Mesûd Barzanî û Mazlûm Ebdî hatin ba hev

Heyeta Rojava ya ku ji Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî, Hevseroka Daîreya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed  û endama Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Rohilat Efrîn pêk dihat duh çûbû Hewlêrê. Heyek îro bûn mêvanê Serokê Giştî yê PDK'ê Mesûd Barzanî
Di hevdîtinê de li ser peymana di navbera HSD û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de axivîn.
Heyet duh ligel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û ligel Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot jî hatibûn ba hev.

 

 

 

*

Hin nûçeyên eleqedar:

- 5'ê mehê agahiyên li ser Rojava

- Ji Komîna Hunermendên Wanê "Sonda Rûmetê"

- Barzanî li Kongreya Tenduristiyê ya Mezopotamyayê axivî: Kurd dijî zordestan in

- Platforma Amedê: Ji ber derî venekirin me TIR'ên xwe vegerandin Amedê

- 4'ê mehê agahiyên li ser Rojava

- 3'yê mehê, agahiyên li ser Rojava

- Îro 'pêvajoya entegrasyonê' dêst pê kir, niha çi tê kirin, wê çi bibe?

- Rêza leşkerî çawa ye? Tûgayên HSD'ê wê ji çend kesî pêk bên?

- Heta niha 500 kamyon gihîştine Rojava (Va ne agahiyên herî dawî)

- Nûredîn Îsa yê wekî Waliyê Hesekê hatiye diyarkirin kî ye?

- Mazlum Ebdî: Artêş wê nekeve gund û bajarên kurdan

- Ji bo peymana HSD û Şamî kî çi got?

- Nadiya Mûrad li NY'yê daxwaz kir: Bila Şengal û Kobanî bê parastin

- Va ne xalên peymana HSD û hikumeta Sûriyeyê

- Balyozê Îsraîlê serdana ofîsa Rêveberiya Xweser a Berlînê kir

- Du senatoran pêşnûmaya "Zagona Parastina Kurdan" pêşKêşî senatoyê kir

- Le Pointê manşeta ‘Xiyaneta welatên rojava’ bikar anî

- 29'ê mehê, agahiyên li ser Rojava...

- 28'ê mehê, agahiyên il ser Rojava

- Gava pêşî ji Amedê hat: Hevşaredar û endamên meclisan meaşên xwe dan Kobanî

- Hemû Festîvalên Fîlman ên Kurdan banga piştgiriya Rojava kirin

- Li Başûr weşana Al-Jazeera, Al-Arabiya û Al-Hadath hat rawestandin

- Mike Pompeo: Bila DYA piştgiriya xwe ya ji bo HSD'ê bidomîne

- Le Monde: 400 kesayetên navdar banga ‘parastina Rojava’ kirin

- Bakirhan 'Bila ev lîstika 100 salî bê şikandin',
Ozel 'Bila Deriyê Sînorê ê Murşîdpinarê vekin'

- 27'ê mehê, agahiyên li ser Rojava..

- Senator Graham li ser kurdan dîsa Trump hişyar kir

* 26'ê mehê, agahiyên li ser Rojava...

- 1'ê Reşemî wekî 'Roja Rojava ya Dinyayê' hat ragihandin

- Mazlum Ebdî: Hevdîtin didomin, Artêş wê nekeve Herêmên Kurdan

- 25'ê mehê, agahiyên li ser Rojava

- Şaredariyên DEM Partî: Ji bo Rojava em hemû derfetên xwe seferber dikin

-- 24'ê mehê, agahiyên li ser Rojava

- Heyva Sor a Kurd ji bo rakirina dorpêça li ser Kobanî banga lezgîn kir

- Koma Berxwedan bi stran û peyaman piştgiriyê dide Rojava

-- 23'yê mehê agahiyên li ser Rojava

- 70 rexistinên li Ewropayê banga piştgiriya ji bo Rojava kir

-- 22'yê mehê agahiyên li ser Rojava yên derketine pêş...

- Heyetê li Rojava daxuyanî da: Divê her kes tevli berxwedana Rojava bibe

-- 21'ê mehê, nûçeyên li ser Rojava…

- Hevserokê DBP'ê Bayindir li Rojava axivî: Bila heyetên ji dinyayê jî bên vir

-- 20'ê mehê, nûçeyên li ser Rojava…

- Hevserokên DEM Partî ji ser sînor bang kirin: Vî şerî rawestînin

-- 19'ê mehê nûçeyên li ser Rojava...

- Xalên Peymana Şam û HSD'ê eşkere bûn, ewê îmze bikin? (18.01.2026)

- Kî hevdîta HSD û Şamê têk bir, Sîpan Hemo eşkere dike

 

Parve Bike

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 16 04 2026

'Ji bo li ser mirina Xezal Mewlan lêkolîn bike bila lijneyek bê avakirin'

news
  • 14 04 2026

Koma sêyemîn a koçberan gihîşt Efrînê

news
  • 12 04 2026

Berendamê YNK'ê Nîzar Amêdî bû Serokomarê Iraqê

news
  • 03 04 2026

Rêveberiya Kobanî: Em vê tayînkirinê qebûl nakin

news
  • 02 04 2026

UNICEF'ê li ser dibistanên Rojava daxuyanî belav kir

news
  • 02 04 2026

Hikumeta Sûrî kayûm şand ser Çelebiyê, gel daket kolanan

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Li Dihokê rojnamegerî kurd hat kuştin

ad

Gelo Barzanî nameya Esed gihand Cerba?

ad

Feleknas Ûca jî di lîsteya kuştinê ya Naziyan de bû

ad

Dimay çarîk esrî bî şampiyon

ad

Hunermend Ganî Nar qeyrana dil derbas kir

ad

Demîrtaş: Emê azadiyê diyarî zarokên xwe bikin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çend gotin li ser 'Li Gelîyê Goyanê Roman Li Diyarbekirê Şiîr'

  • 20 04 2026
news

'Prenses Mumbî' xelata mezin girt

  • 19 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname