logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve
  2. Di Lîga Şampiyonan de maçên îro û yên sibê (Hat nûkirin)
  3. Barselonayê 4 gol avêtin Galatasaray
  4. Kayûm şandin ser Halk TV
  5. Ji bo 1000'î ma 19!
news-details

Parêzgerê Hesekê Nûredîn Ehmed: Em vê rojê li gelê xwe û malbatên şehîdan pîroz dikin

  • Dîrok: 04/02/2026
  • Beş: Nûçe

4'ê mehê, agahiyên li ser Rojava...

...ev tê nûkirin...
 

Bêrîvan Aymaz û Mesûd Barzanî hatin ba hev
- Serokê PDK'ê Mesûd Barzanî pêşwaziya li Cîgira Serokê Parlamentoya Nordrhein-Westfalenê ya Almanyayê Bêrîvan Aymazê kir. Baregeha Barzanî agahiya hevdîtinê belav kir.
Li gor daxuyaniyê Aymazê sipasiya Barzanî kiriye ji bo xwedî li doza Rojava derketiye.
Barzanî jî ji bo xebatên wê yên li Almanyayê ew pîroz kiriye û jêre serketin xwestiye.
Li aliyê din Berivan Aymazê li ser hesabê xwe yê X7ê jî wêneyê xwe û Barzanî belav kir û got, "Bi hevdîtina cenabê Serok Mesûd Barzanî re serbilind bûn."

*

Heyeta bijîşkên Başûr çû Qamişloyê
Heyeta bijîşkên ji Başûr ku ji 19 kesan pêk tê 1'ê vê mehê ji Hewlêr u Silêmanî derbasî Rojava bûbû. Heyeta ku 2 rojan li nava birîndar û koçberên li bajarê Dêrikê geriyan û destek da saziyên tenduristiyê îro jî derbasî bajarê Qamişlo bû. 
Bijîşk destpêkê serdana Nexweşxaneya Dil û Çavan a Qamişloyê kir û paşê derbasî Meclisa Rêveber a Kantona Cizîrê bû û bi hevserok û rêveberên kantonê re civînek li dar xist. 
Heyet wê ligel saziyên tenduristiyê yên bajêr li nava birîndarên berxwedanê û koçberan bigere.
*

Heyeta hunermendan ku çû Rojava: Xeterî bi temamî bi dawî nebûye
Hunermend Diyar Dêrsim, Hozan Şemdîn, Luqman Selîm, Rênas Zey û gelek rojnamevan piştî vegera xwe ji Rojavayê Kurdistanê îro gihîştin Başûr û daxuyanî dan çapemeniyê.
Va ne çend gotinên wan:
Hunermend Diyar Dêrsim: Êrîş, planeke mezin û hovane li dijî Rojava pêk hat. 
Xeterî bi temamî bi dawî nebûye, divê her kes bi çavên vekirî razên, ji ber ku dijmin ranaze. Em bang dikin ku berxwedana gel berdewam bike. Armanca vê koma hunermendan ew e ku bêjin kurd yek in. Ji ber ku hunermend dikarin ji siyasetmedaran bêhtir bigihîjin dilê gel.
Hunermend Luqman Selim; Me hunermendan peyama berxwedana parçeyên din ên Kurdistanê gihand Rojava. Ev piştgiriya kurdan, bi taybetî li başûrê Kurdistanê, bû sedem ku cîhan li ser mijara Rojava baxive û piştgiriyê bide berxwedana ku li wir tê lidarxistin.
Hozan Şemdîn: Kurdan di navbera xwe de sînor nehiştin. Medyayê hişyariya zêdetir di nav gel de zêde kir, ku berxwedana Rojava kir mijarek girîng a cîhanî, rola girîng a medyayê û yekîtiya gelê kurd teqez kir.”
*

Kompaniya Amerîka û Qeterê wê li Sûriyeyê petrol û gazê derxin
Kompaniya enerjiyê ya Amerîkayî Chevron û kompaniya Qeterê Power International Holding ligel Şamê li hev kir ku li sûriyeyê ji bo petrol û gazê vekolînan bikin.
Peyman li Qesra Serokatiyê ya Şamê hatiye îmzekirin.
Ajansa girêdayî hikumeta demkî ya Sûriyeyê ev agahî ragihand. Ajansê got ku ev projeya yekemîn a girêdayî zeviya deryayî li Sûriyeyê ye.
*

Parêzger Nûredîn Ehmed: Em vê rojê li gelê xwe û malbatên şehîdan pîroz dikin
Parêzgerê Hesekê Nûredîn Îsa Ehmed bi coşek mezin ji hêla gel ve li Çerxerêya Kevokê ya bajêr hat pêşwazîkirin.
Parêzger Nûredîn Ehmed ji bo çepemenî got: "Em vê kêliyê û vê dema niha jiyan dikin li tevahî gelê hazir, malbatên şehîdan, hevalên me yên birîndar û yên di mewziyan de pîroz dikin, vê destkeftiyê li tevahiyan pîroz dikin. Ev cara yekemîn e parêzgerê parêzgeha Hesekê kesekî kurd e. Ev jî bi keda şehîdan, welatparêz, gelê me yên hundirîn û yê li derve ku bi salan e ked ji bo vê rojê da pêk hat. Em dîsa vê rojê li tevahî malbatên şehîdan, gelê me, tevahî pêkhateyên di parêzgeha Hesekê de, bi kurd, ereb, suryan, xiristiyan û êzidiyên wê ku 14 sal e ked da, pîroz dikin. Em ê li ser yekîtiyê û hevgirtina pêkhateyan bixebitin. Saziyên xwe ji bo xizmeta gel xurt bikin."
*

Li Qamişlo 90, li Hesekê 100 hêzên Sûriyeyê hene
Rêveberê Asayîşê Mehmûd Xelîl (Siyamend Efrîn) ji bo Ronahî TV qala biryarên entegrasyonê û rewşa dawî kir. Xelîl wisa gotiye:
- Gava yekem rawestandina şer bû. Gİava duyem derbasbûna Hêzên Ewlekariyê yên Wezareta Navxweyî ji bo Qamişlo û Hesekê bû.
- Niha li Qamişloyê 90 hezên endamên Ewlehiya Şamê hatine bi cih kirin. Li Hesekê jî 100 kes hatine bi cih kirin.
- Gava sêyem pevguhartina dîlgirtiyan û vekişîna hêzên leşkerî ye.
- Pêre jî dê dorpêça li ser Kobanî bidawî bibe.
*

Ji bo Waliyê Kurd merasima pêşwaziyê li dar dikeve
HSD'ê ji bo Walîtiya Hesekê navê Nûredîn Îsa Ehmed pêşniyar kiribû. Hat gotin ku Şara ev yek qebûl kiriye û Ehmed niha hevdîtinên xwe yên li Şamê temam kirine û ewê vegere Hesekê.
Li gor agahiyê Hêzên Ewlekariyê yên Hesekê ji bo Walî Nûredîn Îsa Ehmed wê merasima pêşwaziyê li dar bixin. Asayiş wê li herêma Devera Kevorê pêşwazî bike.
*

Li Kobanê 14 stasyonên avê naxebitin
Saziya Avê ya Kobanî îro bi daxuyaniyeke çapemeniyê got ku  ji ber qutkirina elektrîkê 14 stasyonên ava vexwarinê kar nakin.
Ji ber ku dorpêça li Kobanî didome, elektrîk qutbûyî, pêşî li şandina alîkariyê digirin, gelê Kobanî di nav zehmetiyê de ye. Yek ji pirsgirêkên sereke jî pirsgirêka avê ye.
Saziya Avê ya Kobanê li pêş Şaredariya Gel a Kobanî daxuyanî da. Hevseroka Saziya Avê Zozan Xelîl wisa got, 
- Ji ber qutkirina  elektrîkê 14 stasyonên avê naxebitin.
- Nêzî 20 rojan e navenda Kobanî û gundê wê bê av mane. 
- Ev yek bandorê li 500 hezar kesî dike
- Sozên ku ji bo dayîna elektîrê hatiye dayîn jî naynin cih.
*

Gelê Kobanî ji bo parastina destkeftiyan meşiyan
Gelê bajarê Kobanî ji bo parastina destkeftiyên şoreşê daketin qadan û meşiyan. Bi hezaran kes beşdarî meşê bûn. Meşvanan pankarta “Şoreşa me rûmeta me ye, em ê rûmeta xwe biparêzin” vekirin û li dû meşiyan.
*

Zarokên dibistanan ji bo Rojava pêşangehek vekirin
Xwendekarên asta seretayî û amadehiyê li Silêmanî pêşangehek vekirin ku îsal pêşkêşi Rojava kirin.
Xwendekarên
Xwendekarên Dibistana Perwerdehiya Rojhilat a Silêmaniyê her sal vê pêşangehê lidar dixin, îsal ji bo piştgiriya rojavayê Kurdistanê amade kirin.
Rêveberê çalakiyên hunerî yê dibistanê Birwa Namiq Hesen diyar kir ku ji bo rêzdariya berxwedana rojavayê Kurdistanê pêşengeh vekirine û wiha dom kir: “Em dixwazin nifşê nû hişyar bikin ku êrîşên li ser gelê kurd bizanin û hestên neteweyî zindî bibin. Me hestên neteweyî di pêşnageha xwe de daye nîşandan. Ji ber ku me dît bê cudahî hemû kurdan piştgirî da berxwedana Rojava.”

*

Tirkiyeyê nehişt 25 tir herin Kobanî
Platforma Parastin û Hevgirtina Bajêr a Amedê 5 roj berê 25 tirên alîkariyê ji bo Kobanî şandibûn. Ev tir ev 5 roj bûn li Sirûcê li ber deriyê Murşîdpinarê sekinîbûn, lê dewleta Tirkiyeyê destûr neda derbasî Kobanî bibin. Li ser vê yekê tir vegeriyan û duh êvarê gihîştin Amedê.
Ji bo tir bikevin Kobanî DEM Partî li Meclisê û li cem rayedaran hevdîtin pêk anîn, lê encam neguherî.

*

Hunermendên Rojava bangî hunermendên din ên kurd kirin
Endamên Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamyayê (TEV-ÇAND), Tevgera Hîlala Zêrîn a Çanda Jinan, Desteya Çand û Ronakbîriyê, Meclisa Wêjeyê û Yekîtiya Hunermendan li Qamişloyê, li ber Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo hatin ba hev û daxuyanî dan çapemeniyê.
Hunermenda got ku rola hunermenda roleke sereke ye û banga hemû hunermendên kurd ên li her derê dinyayê kirin û got ku rola xwe bi cih bînin.
 

 

*

Hin nûçeyên eleqedar:

- 3'yê mehê, agahiyên li ser Rojava

- Îro 'pêvajoya entegrasyonê' dêst pê kir, niha çi tê kirin, wê çi bibe?

- Rêza leşkerî çawa ye? Tûgayên HSD'ê wê ji çend kesî pêk bên?

- Heta niha 500 kamyon gihîştine Rojava (Va ne agahiyên herî dawî)

- Nûredîn Îsa yê wekî Waliyê Hesekê hatiye diyarkirin kî ye?

- Mazlum Ebdî: Artêş wê nekeve gund û bajarên kurdan

- Ji bo peymana HSD û Şamî kî çi got?

- Nadiya Mûrad li NY'yê daxwaz kir: Bila Şengal û Kobanî bê parastin

- Va ne xalên peymana HSD û hikumeta Sûriyeyê

- Balyozê Îsraîlê serdana ofîsa Rêveberiya Xweser a Berlînê kir

- Du senatoran pêşnûmaya "Zagona Parastina Kurdan" pêşKêşî senatoyê kir

- Le Pointê manşeta ‘Xiyaneta welatên rojava’ bikar anî

- 29'ê mehê, agahiyên li ser Rojava...

- 28'ê mehê, agahiyên il ser Rojava

- Gava pêşî ji Amedê hat: Hevşaredar û endamên meclisan meaşên xwe dan Kobanî

- Hemû Festîvalên Fîlman ên Kurdan banga piştgiriya Rojava kirin

- Li Başûr weşana Al-Jazeera, Al-Arabiya û Al-Hadath hat rawestandin

- Mike Pompeo: Bila DYA piştgiriya xwe ya ji bo HSD'ê bidomîne

- Le Monde: 400 kesayetên navdar banga ‘parastina Rojava’ kirin

- Bakirhan 'Bila ev lîstika 100 salî bê şikandin',
Ozel 'Bila Deriyê Sînorê ê Murşîdpinarê vekin'

- 27'ê mehê, agahiyên li ser Rojava..

- Senator Graham li ser kurdan dîsa Trump hişyar kir

* 26'ê mehê, agahiyên li ser Rojava...

- 1'ê Reşemî wekî 'Roja Rojava ya Dinyayê' hat ragihandin

- Mazlum Ebdî: Hevdîtin didomin, Artêş wê nekeve Herêmên Kurdan

- 25'ê mehê, agahiyên li ser Rojava

- Şaredariyên DEM Partî: Ji bo Rojava em hemû derfetên xwe seferber dikin

-- 24'ê mehê, agahiyên li ser Rojava

- Heyva Sor a Kurd ji bo rakirina dorpêça li ser Kobanî banga lezgîn kir

- Koma Berxwedan bi stran û peyaman piştgiriyê dide Rojava

-- 23'yê mehê agahiyên li ser Rojava

- 70 rexistinên li Ewropayê banga piştgiriya ji bo Rojava kir

-- 22'yê mehê agahiyên li ser Rojava yên derketine pêş...

- Heyetê li Rojava daxuyanî da: Divê her kes tevli berxwedana Rojava bibe

-- 21'ê mehê, nûçeyên li ser Rojava…

- Hevserokê DBP'ê Bayindir li Rojava axivî: Bila heyetên ji dinyayê jî bên vir

-- 20'ê mehê, nûçeyên li ser Rojava…

- Hevserokên DEM Partî ji ser sînor bang kirin: Vî şerî rawestînin

-- 19'ê mehê nûçeyên li ser Rojava...

- Xalên Peymana Şam û HSD'ê eşkere bûn, ewê îmze bikin? (18.01.2026)

- Kî hevdîta HSD û Şamê têk bir, Sîpan Hemo eşkere dike

 

Parve Bike

Youtube Me

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news

Maça Amedspor û Beşîktaş: Îstatîstîk çi dibêjin, wê çawa be?

news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

news

Ma matematîk jî me dixapîne?

news

Li nav kurdan FÛTBOLA JINAN di çi rewşî de ye?

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 14 10 2026

Li Stenbolê 2 kes mirin; va ye bilançoya rojê

news
  • 12 10 2026

Anketek nû: Kîjan partî li pêş e?

news
  • 12 10 2026

Nêçîrvan Barzanî: Rewşa Başûr û Rojava ji gelek aliyan ve cuda ye

news
  • 12 10 2026

Mesûd Barzanî, Mazlûm Ebdî kir mêvan

news
  • 12 10 2026

Bakirhan, Barzanî, Ebdî, Talabanî û Ehmed hatin ba hev

news
  • 11 10 2026

Heyeta ji jinên Şaredarên Bakur pêk tê bi Mazlûm Ebdî re hevdîtin kirin

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
Ev jî hene
ad

Ev jî çêbû: Rêza erebeyan derket 100 km'yî

ad

Wêneyê rojê: Komîteya amadekar karê xwe dike

ad

Çalakiyek ji bo 100 saliya Nûredîn Zaza

ad

Vê carê çerkezan bi zimanê xwe perwerdehî xwest

ad

Peykera Bextiyar Elî tê çêkirin

ad

Ji bo Eurovisionê welatên fînalîst diyar bûn

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

  • 13 10 2026
news

Di Lîga Şampiyonan de maçên îro û yên sibê (Hat nûkirin)

  • 13 10 2026
news

Barselonayê 4 gol avêtin Galatasaray

  • 13 10 2026
news

Kayûm şandin ser Halk TV

  • 14 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname