Diyarname
Li bajarê Fredrecia ya Danîmarkayê bi beşdariya Helîm Yûsiv gotûbêjeke bi kurdî li ser wêjeya kurdî li dar ket.
Roja 14'ê vê mehê li Vendersgade ya Fredericiayê bi beşdariya nivîskarê malpera me Helîm Yûsiv û kurdên wê derê gotûbêjeke li dar ket.
Di gotûbêja ji aliyê komek kurdên wêjehez ên li Danîmarkayê hatibû organîzekirin de Xalid Ehmed pêşkêşvanî kir. Xalid Ehmed mêvanê xwe bi du zimanan da nasîn. Ji ber gotûbêj li ser duzimanî bû, Ehmed bi kurdî li ser jînanîgariya Helîm Yûsiv axivî û bi erebî jî nivîsa Helîm Yûsiv ya berî mehekê bi helkeftina derketina kovara EWRAQ li Londonê xwendibû, ji bo beşdaran xwend.
Piştî re Yûsiv mafê axaftinê girt, li ser êşên kurdan, nivîskariya kurdî û derdên wê, birîndarbûna di navbera kêrên du zimanan de û gelek mijarên din axivî. Piştî axaftinê jî Yûsiv bersiva pirsên mêvanan da û pirtûkên xwe ji bo beşdaran îmze kirin. Di gotûbêjê de wekî beşdar li dor pêncî kesî hebû.



