logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Rizgarkirina Til Koçer dê çi bi xwe re bîne?

Ev çend roj in bajarek biçûk ê rojavayê Kurdistanê ketiye rojeva cîhanê. Ev bajar ku deriyê sînor ê rojavaya Kurdistan û

  • Dîrok: 28/10/2013
  • Beş: Serbest

AZÎZ KOYLUOGLÛ

Ev çend roj in bajarek biçûk ê rojavayê Kurdistanê ketiye rojeva cîhanê. Ev bajar ku deriyê sînor ê rojavaya Kurdistan û Iraqê ye, di heman demê deriyê herî girîng ji bo bazirganiya herêma Cizîrê ye. Niha Til Koçer cihekî çawa ye, çima girîng e, dîroka wê çawa ye, kîjan gel di nav de dijîn û rizgar kirina Til Koçer dê ji bo Rojavayê Kurdistanê çi li gel xwe bîne, em ê li bersiva wan pirsan bigerin.

Til Koçer wateya wê girê koçeran e. Bi ereb kirina herêmê re ereb ji bo wê dibêjin El-Yerûbiye. Li Herêma Til Koçer kurd û ereb hene. Erebên herêmê piraniya wan erebên ji eşîra Şemerî ne. Eşîra Şemer ji Erebistana Siûdî ne û erebê Bedû ne, yanî koçer in. Bi îslam kirina herêmê re eşîra Şemer ev herêmê wekî zozanê xwe bikar aniye. Şemerî pezên xwe havînan anîne herêma Til Koçer û zivistanan dîsan birine Erebistana Siûdî. Bi dehan salan wiha jiyane. Carnan bi kurdan re şer kirine, carnan jî di parvekirina heremê de li hev kirine. Kurdan jî ev herêm zivistanan bikaranîne, ji ber wê jî nakokiya wan pirr kûr nebûye. 


SIYASETA FRANSIYAN RÊ LI BER KOÇBERIYA KURDAN VEDIKE

Ereb kirina herêmê yan jî, bicih bûna eşîra Şemera di dema serdestiya fransiyan de ye. Li gor çavdêrên herêmê di salên 1925’an de li herêma Til Koçer bi cih dibin, ev jî bi eşîra Şemeran dest pê dike. Ev di heman demê de wekî encamek siyaseta fransiyan e. Çimkî di vê demê de frensî bi erebên Erebistana Siûdî re di nava pêwendiyên baş de ne. Di encama wan pêwendiyan de, beşek ji Şemerî li herêmê tên bicihkirin. Di encama vê siyasetê de di navbera kurdên li herêmê niştecî ne û ereban de nakokî rû didin. Ji ber siyaseta fransiyan a piştgiriya ereban, gelek niştecihên kurd ji herêmê koçer dibin û li gundê wan ereb bicih dibin. 

BI HATINA PARTIYA BAASÊ RE ZEXTÊN LI SER KURDÊN LI HERÊMÊ DIJWARTIR BÛN

Eşîra Şemerî dema tên herêmê bi hejmarek zêde “Ebîd” yanî kolê jî ligel xwe tînin. Ev ebîd pirraniya wan ji efrîqiyan pêk dihatin û bûbûn ereb wekî karker, çekdar dihatin bikaranîn. Ev ebîd di şerên li ser erdan derdiketin, li dijî kurdan dihatin biranîn. Lê piştî eşîra Şemeran di salên 1925’an de li herêmê niştecih dibe, bi demê re ev malbatên wekî "Ebîd" dihatin  bikaranîn û bi serxwebûna Sûriyê re di xwezayî xwe re ji bin koletiyê derketin û li herêmê bicih bûn. Ev hejmara zêde ya Ebîdan û erebûna wan, wan jî kir amûrek ereb kirina herêmê. 

Li herêma Til Koçer derveyî kurdan, eşîra herî mezin ya Şemera ye. Derveyî Şemeran, Şerabî ne. Ebîd, koleyên berê yên Şemeran jî nufûsek zêde di herêmê hene. Van eşîran di nav xwe de, dem bi dem ji bo erd şer kirine, lê piştî hatina partiya Baas li herêmê bi siyaseta ereb kirina  herêmê û siyaseta aborî li ser kurdan, li herêma Til Koçer nufûsa kurdan roj bi roj kêm bûye. Lê ev rewş di warê erdnîgarî de rewşa kurdbûna herêmê naguherîne.

ARMANCA KOMÊN ÇETE TALANA GENIM Û PETROLA HERÊMÊ

Li herêmê piştî bûyerên li Sûriyê dest pê dikin, hinek tabûrên Artêşa Azad li herêmê xwe bicih dikin, rejîma Sûriyê ji ber êrîşên van hêzan neçar dimîne, xwe ji herêmê vebikşîne. Di heman demê de kurd jî herêmên wekî Dêrik, Girkêlegê, Rimêlan, Tirbespiyê, Çilaxa ji destê rejîmê rizgar kirin. Lê wan komên Artêşa Azad bi kiryarên xwe yên talan, kuştin li dijî gelên herêmê, bi taybet ketina komên wekî Cephet El Nusra, Dewleta Îslam Iraq û Bîladî Şam nerazîbûnê gelên herêmê zêde bûn.

Herêma Cizîrê ji Kobanê dest pê dike, bakurê bajarê Reqa û bakurê bajarê Hesekê digre navxwe, heta bajarê Dêrikê û sînorê Iraqê ye. Ev herêm di heman demê embara genim û çotkariyê ye. Sûriyê hemû genimê xwe ji vê herêmê peyda dike û pirraniyê petrola Sûriyê ji vê herêmê tê derxistin. Wan komên çete ji ber berhemên herêmê talan bikin, xwestin vê herêmê talan bikin û talan kirin. 


GELÊ HERÊMÊ ALÎKARÎ JI YPG'Ê XWEST

Çima ev kom li herêma Rêmelan û Til Koçer israr dikin? Li gora hinek çavkaniyan tê gotin bi sed hezaran ton genim ji herêmê dizîne. Dîsa bi mîlyonan lître petrola xam difroşin. Ev kesên armanca wan talankirina berhema herêmê ye, ji ber parvekirina malê talanê li hev nekirin, di nav xwe de jî ketin nava şer û gelek kes ji hev kuştin. 

Gelên herêmê li ser talan, kuştin û metirsa li ser wan, alîkarî ji hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) xwestin. Li ser vê daxwaza gel YPG’ê li gundê herêmê ji destê wan komên DAIŞ/Cephet El Nusra rizgar kirin. Di wan şeran de bi sedan çete hatin kuştin û ji herêmê hatin derxistin.

RIZGARIYA TIL KOÇER DÊ BIBE SEDEMA VEGERA ŞÊNIYÊN BAJÊR ÊN KOÇBER

Herî dawî  bajarê Til Koçer ji destê wan koman hate rizgar kirin. Rizgar kirina Til Koçer di heman demê, ji bo xurtkirina biratiya gelan dê derfetek nû çêbike. Her çend piştî ketina komên çete yên DAIŞ/Cephet El Nusra li nava bajar gelên sivîl neçar man malên xwe biterikînin û koçber bibin jî, YPG’ê piştî rizgarkirinê bangawazî li gelên Til Koçer kir ku vegerin malên xwe û daxuya kirin ku ew ne ji bo rêveberina bajar, ji bo parastinê ne û dibe gelên Til Koçer di demek nêz de meclasa bajar ava bike. Ev jî dide xuya kirin ku dê li Til Koçer rêveberiyekî hevbeş ya gelan bê avakirin.    


BIDESTKETINA TIL KOÇER DÊ BANDORÊ LI ŞIKANDINA AMBARGOYÊ BIKE

Di demek li ser rojavaya Kurdistan ji aliyê komên çeteyan, dewleta Tirkiyê, Partî Demokratî Kurdistan (PDK) û hêzên piştgiriya siyaseta dijî kurdên azad dikirin siyaseta birçîbûnê dihat meşandin. Ev siyaseta birçî bike û teslîm bigre. Armanca wê siyasete teslîm girtina siyaseta xeta sêyemîn ya tevgera azadiya gelê kurd bû. Tevgera Azadiya Gelê Kurd bi pêşengiya Tevgera Civaka Demokratî (TEV-DEM) li Sûriyê xeta kurd a serbixwe esas girt û heta niha bi êrîşên dijwar re rû bi rû dimînin. 

Rizgarkirina Til Koçer li ser daxwaza gelên herêmê ji aliyê YPG’ê ve dê warê siyasî ji bo rojavayê Kurdistanê nûbûnan ligel xwe bîne. Yek ji wan şikandina amborya ji aliyê PDK, Tirkiyê, DYA û komên çeteyan li ser rojavayê Kurdistanê ye. Duh, çawa rizgarkirina Serêkaniyê ji komên çeteyan, dîwarê siyasî rewabûnek da siyaseta Tevgera Azadiya Gelê Kurd li Sûriyê ya li ser bingeha biratiya gelan, rizgar kirina Til Koçer dê bibe zemînek xurt ji bo pêkanîna wê siyasetê.

 

ANF

 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 25 10 2026

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Diz ketin mala Steve Jobs

ad

Li Almanyayê erebe bi ser Noelê de hat ajotin 5 kes kirine, 200 birîndar hene

ad

Mebûsê herî serketî yê salê Demîrtaş e

ad

ODP û EMEP'ê jî şaredarî bi dest xist

ad

'Faîlî Dewlet' derket pêşberî gel

ad

Rêwîtiya fezayê a taybet dest pê kir: Roket bi rê ket

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname