Diyarname
Hevserokên Komeleya Nivîskarên Kurd di vegera hevdîtina bi Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokhan de qeza derbas kirin. Rewşa wan baş e.
Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokhan li hemberî "Dîwarê şermê" ku dewleta Tirkiyeyê dixwaze li navbera Nisêbîn û Qamişloyê de lê bike ketiye gireva roja mirinê. Gokhan li ser sînor, li nav erdê ku li dor û dor mayin hene di çalakiyê de ye. Gel ji bo piştgiriya çalakiya Gokhan meşê li dar dixe. Îro li gelek bajaran ji bo piştgiriyê çalakî hatin li dar xistin.
Ligel Ayşe Gokhan, Şaredarên BDP'yî yên navçeyên Mêrdinê jî ketine gireva birçîbûnê û ev çalatiya wan di roja duyemîn de ye.
Îro komek nivîskarên kurd ji Amedê ji bo piştgiriya Ayşe Gokhan çûn Nivîsêbînê û bi wê re hevdîtin pêk anîn. Hevserokê Komeleya Nivîskarên Kurd Mehmet Yilmaz piştî hevdîtina xwe ji bo me got Ayşe Gokhan di hevdîtinê de wisa gotiye: "Ez bi biryar im. Ev salek e ez dibêjm meseleya Rojava girîng e, kes guh nade min. Ev di destê min de mabû, min ew çalakî xist holê. Heta peyamek, niyeteke baş, pêşketinek tunebe ez dest ji çalakiya xwe bernadim."
Yilmaz got hin gazinên wê jî hebûn. Hevserokê Komeleyê Mehmet Yilmaz got Gokhan bi xwe endama komeleya me ye, bi çûyîna me kêfa wê hatiye û silavên xwe ji bo her kesî şandine.
Piştî vegerê di erebeya Yilmaz de ligel Yilmaz Hevseroka Komeleyê ya din Remziye Aslan, Hogir Berbir û Enise Çagar hebûn. Erebeya ku Mehmet Yilmaz diajot 10 kîlometre derveyî Mêrdinê li nêzî gundê Ortakoy dema li ber lembeyên trafîkê sekinîbû ku lembeya sor pêketî bû, li aliyê paş ve erebeyek li erebeya wan xistiye. Di qezayê de Enise Çagar û Remziye Aslan ku li aliyê paş rûniştîbûn hinek êşiyane lê rewşa wan baş e. Di qezayê de zerara madî çêbû.


