Diyarname
Piştî Mebûsa BDP'ê Aysel Tugluk ku ji meclisê xwest navê "Van"ê bibe wekî xwe, yanê wekî "Wan" bê qebûlkirin, vê carê Mebûsê BDP'ê yê Çewligê Îrdîs Baluken xwest navê "Bingol"ê bê guhartin û bibe Çewlig.
Ji bo vê yekê Balûken pêşniyarzagoneke pêşkêşî Meclisa Tirkiyeyê kir. Baluken di pêşniyarzagona xwe de got gelê kurd navê bajar wekî Çewlig bikar tîne û di zaravayên zazakî û kurmancî de jî "Çewlig" derbas dibe.


