Îro 13'emîn salvegera wefata Ahmet Kaya ye. Li Fransayê komek hezkiriyên wî li ser gora wî ew bibîr anîn. Em jî strana wî ya bi navê "Kerwan" ku wî gotibû "Ezê straneke bi kurdî bistrêm, televîzyonên ku dê biweşînin hebin" û ji ber vê sirgûn bûbû diweşînin. Em klîba gorbihuşt Ahmet Kaya dikin Klîba Hefteyê û bi vî awayî wî careke din bi hurmet bibîr tînin.


