Diyarname
Li gorî malpera fermî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) di hevdîtinên ku heyeta li Cenevre pêk anîne, diyar bû ku hin hêzên herêmî û navnetewî wekî Tirkiyê û DYA naxwazin ku doza kurdan di kongreya 2'yemîn a Cenevreyê de bê gotûbêjkirin.
Di malpera PYD'ê de hate ragihandin ku Hevserokê PYD'ê Salih Muslim di van rojên dawî de gelek hevdîtin derbarê kongreya 2'yemîn a Cenevreyê de pêk anîne. Di çarçoveya hevdîtinan de Muslim duh li Navenda Sefareta Rusya ya paytexta Swîsra bi Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Rusya Mîkaîl Bogdanof re hevdîtinek pêk anî. Di civînê kar û bar û amadekariyên civîna kongreya Cenevreyê hatin nirxandin.
Malper dibêje di encama hevdîtinan de hatiye eşkere kirin ku hin hêzên herêmî û yên navneteweyî ku Tirkiye û DYA (Dewletên Yekbûyî yên Amerîka) jî di nav de ne, naxwazin ku doza kurdan bê rojeva civîna Cenevreyê.
Heyeta kurdan jî di van hevdîtinan de destnîşan kiriye ku bêyî çareserkirina doza kurdan pirsgirêka Sûrî jî çareser nabe û aştî û demokrasî pêk nayê. Heyetê her wiha diyar kiriye ku nûnerê rewa yê gelê kurd yê rojavayê Kurdistanê Desteya Bilind a Kurd e.


