Diyarname
Lîstikvanê navdar Bahrî Beyat ku ev demeke dirêj e ji nexweşiya pişikê dihat dermankirin duh jiyana xwe ji dest da.
Bahrî Beyat di sala 1934'an de hatibû dinyayê û lîstikvaniya şano û sînemayê dikir. Beyat ku jiyana wî zêdetir di şanoyê de derbas bû, bi Nejat Uygur de di gelek lîstikvan de lîst, di salên dawî de di gelek fîlm û rêzefîlman de jî lîst. Beyat di "Vizontele Tuuba"ya Yilmaz Erdogan de rola mamosteyekî, di fîlmê "Yazi Tura"ya Ugur Yucel de rola Cemil, di rêzefîlmê "Aşka Surgun" de rola Azzam Şahvar û di rêzefîlmê "Beyaz Gelincik" de jî rola Sulhi Karakucak girt ser milên xwe.
Beyat bi taybetî bi rolên ku di şanoyê de bi Nejat Uygur re lîst hatibû nasîn û bi diyalogên di nav wan de û bi lîstikvaniya xwe bûbû hezkiriyê şanohezan.
2'yê mehê li Mizgefta Selimiye dê nimêja cenazeya wî bê kirin û dûre dê cenaze li Goristana Karacaahmetê bê veşartin.


