Diyarname
Me nîqaşeke li ser pirsgirêka nivîs û nivîskariya kurdî dabû dest pêkirin. Sipas û çend gotin:
Li dor 20 nivîskarên kurd bi gotinên xwe beşdarî nîqaşa me bûn. Bi baweriya me me hinekî karî dîtinên nivîskaran ên li ser nivîs û nivîskariya kurdî fêm bikin. Ger ji bo pêşerojê me noteke hiştibe li ser rewşa nivîs û nivîskariya kurdî ya îro em dê gelek kêfxweş bin. Û em hêvî dikin xwendevanên me ji nîqaşê kêfeke girtiye û nîqaş bi dilê wan bûye.
Wekî gotina dawî ya li ser vê meseleyê jî ev e: Beşa gotina nivîskaran bi dawî bû, em dixwazin vê carê gotinê bidin weşangerên kurd ka ew li ser vê yekê çi dibêjin? Li ser rexneyên ku nivîskaran anîne ziman ew çi dibêjin? Gotinên wan çi ne?
Emê bikin ku di demek nêzîk de vê nîqaşê jî pêşkêşî we bikin.
Careke din sipas ji bo nivîskarên ku beşdarî nîqaşê bûn, ji niha de sipas ji bo weşangerên ku dê li ser van dîtinan dîtinên xwe bînin ziman.
Not: Kesên bixwazin dikarin di beşa NÎQAŞ'ê de li nivîsên ku di vî warî de hatine weşandin bixwînin.


