Denîz ŞAN
Wexta ku mirov vê pirsê li mejiyê xwe diqewimîne raman dibe bênderek ku bi colan kihêlî li ser didin çargavan. Pirs dikeve dirûvê goga pînponê û bersiv dişibe masiyekî şemetokî ku qet nayê zeftê û av nîşo dibe li ber fikarê. Em dikarin ji bo ku av hinekî zelal bibe bêhna çemê har bi hinek pirsan fireh bikin û bibêjin; ger nivîs “kar” bûya dê dibistan û fêrgehên vî karî hebûna û kî/kê bixwesta dê ji mamosteyan fêrî nivîskariyê bibûna û çê ne çê dê yên ku dîploma stendine hemû nivîskar bûna. Lê, na. Waye renge ku dibistana hin tiştan tune ye. Hebe jî ne teqeziya hilberîn û serkeftinê ye. Her çiqas qurs û filan bêvan hebin jî kes nikare bi dilekî bê guman îdîa bike ku karîger e. Xêncî yên berê xwedî cewher bin.
Ji aliyêkî din îdîayeke heye ku dibên “bê xwendin nayê nivîsandin” Ev pirs jî ne zêde zelal e. Ji ber ku yên herî pêşîn nivîsîne gelo çi xwendine? Yan jî ma kî dikare hemû nivîsên li dinê bixwîne? Helbet ku nivîskar bixwîne dê rê li ber ronî bibe. An jî dê li şaşî û kêmanyên pêşiyên xwe hay bibe, an jî li berhemên berz û hêja ku bibin sedemên rêvekirinên nû rast bê. Xwendin li gel mejî vedijîne sirûşdar e jî. Lê, helbet xwendinên zêde nakokiyan û dafikan jî dihundirînin. Divê îja nivîskar her tim haydar be ku nekeve dubarekirinên pêşiyên xwe an nekeve tora teqlîd û xweşibadinan. Li gor min wekî her tiştî xwendina zêde jî ziyan e. Lê dîsa li gor min ziyana herî xeternak ew e ku mirov xwedî xêvek tuma be. Ger ku jiberkirin ji mejiyekî re bibe tebîetek û xwendinên wî/we ji xeynî ku şopan li ser mejiyî bihêlin kon lê vegirin û mayinde bin ew nivîskar bê hemdê xwe ji hilberînê za dibe û hetta dixese. Dîsa ziyanek ku ji xêvên tuma û xwendinên zêde diwelide ev e ku xwînerên ku dê binûsin jî bi cir dikevin tatêla “cudabûn” ê. Bi cirê ku nivîs an çîrok an roman an helbestek ji hemû hebûyan cuda be xwe kurdûnde dikin û dev ji xwe berdidin. Lê belê ger ku ne “jê bike û pêve bizeliqîne” be “wekhevî” tu car ne gengaz e. Qet ne mimkûn e ku li dinê du tişt bi heman hebûnên xwe wekî hev bin. Lê dibe ku bişibin hev. Mixabin tu carî “şibadin” ne “eynê wekî hevî” ye. Ji xwe ger nivîs rastûrast karek bûya dê herkesî heman tişt bi heman diqlî binûsa. Ji xwe hilberîna febrîqasyon ji vê derfetê pêk hatiye. Wekî hemû huneran nivîs jî ji ber ku rastûrast ne “kar” tenê ye nabe hilberînek febrîqasyonî. Wêne hinekî ketiye zefta vê hilberîna febrîqasyonê lê dîsa jî xwe bi tûmî nedaye dest.
Wekî hemû çêkirinên mirovî ev çêkirina “nivîs” ê jî bi rêgez û pergala şoxila mejiyê takekesî ve hişk girêdayî ye. Her cenabek, her takekesek bi çavekî cuda dibînin, bi sewteke cuda dibihîsin, bi rengekî cuda seh dikin, bi tehmeke cuda diçêjin, bi bêhnkirinek cuda bêhn dikin û bi ramînek cuda diramin. Gava ku hemû tişt cuda be teqez dê “nivîsandin” jî ji hev cuda be. Di vir de gencîneya cenabî ya “peyv”an derdikeve pêşiya mirov. Lê dîsa di vê mijarê de jî “jiberkirin” ne karîger e. Di mijara bêjeyan de divê nivîskar wekî kûçikê/a bi bêhn be an wekî tahjiyê/a seydê be. Zanebûn û jiber kirin ne bes e, divê çêj û bêhna bêjeyan di mejiyê wî/wê de wer rep û xwedî zindîbûnek jîndar be. Divê hevok li xwe neheyire di gepên ramîna nivîskar de. Çawa wênekar rengan dike keval divê nivîskar jî bêjeyan bixemilîne.
Ger nivîs karek bûya û hêviya debarê serdest bûya di nivîsandinê de tu kesî ev tehb û êşandin beramberî vê dahatina nedidît. Lê wekî her tiştî nivîs jî piştî hatinek diravan dibe ku hew bibîne nivîsarê/a wê li wê qulipiye. Li gor mantiqê divê destpêka nivîskariyê ne ji bo debarê be. Yanî pêşî ew livîn hew “nivîsandin” e lê pişt re ji ber mercên mirov, mirovahî, civak û kesayetiyê bêgaviya peresana “nivîskar”iyê pêk tê û “nivîsandin” ji bêgavî dibe “nivîskarî”. Lê piştî ku “nivîsandin” bû “nivîskarî” bila tu kes gazinên tehb, êşandin û xwe şewitandinan neke. Ji ber ku tu kar ne hêsan in û her karek li gor xwe xwediyê dijwariyekê ye. Encam, “nivîs” di destpêkê de wekî zarokekî saf ji dil e, gelek caran bê sayîş û tatêlok e, lê her wiha tu bibê nebê “etehiyato çawa lê hato” ye jî. Wexta ku ber bi “kar” bûnê dihere an jî dibe “kar” êdî dibe xwedî dezgeh û sazûman. “Nivîsa” a herî şêrîn ew e ku piştî peresanî “nivîskarî” yê bibe zarokê hundirê xwe kêm nabîne û wî pişguh nake.
***
Nivîsa Deniz Şan a ku berê di Diyarnameyê de hatiye weşandin:
- KAKÛNÎ


