Diyarname
Teknîk Dîrektorê berê yê Tîma Neteweyî ya Spanyayê Luis Aragones ku di 75 saliya xwe de wefat kir bi beşdariya gelek kesî hat oxirkirin.
Teknîk Dîrektor Luis Aragones li Spanyayê Barselona û Atletico Madrid jî têde ji bo hin klûbên Spanyayê teknîk dîrektorî kiribû. Wî di sala 2008-2009'an de Teknîk Dîrektoriya Fenerbahçeyê jî kiribû.
Aragones di dema lîstikvaniya xwe de li Atletico Madrid lîstibû, di 372 maçan de 172 gol avêtibû û 13 caran jî di Tîma Neteweyî ya Spanyayê de lîstibû.
Lîstikvan Puyol, Iniesta jî di nav de gelek lîstikvan di merasima cezaneyê Aragones de amade bûn.
Aragones roja 1'ê vê mehê wefat kiribû.
Luis Aragones wefat kir (2014). Aragones teknîk dîrektoriya tîma neteweyî ya Spanyayê, tîmên wekî Barselona, Atletico Madrîd û Fenerbahçe jî di nav de gelek tîm bi rê ve biribû. Ew di lîstikvaniya xwe de (li Atletico Madrid) jî gelek serketî bû.


