Diyarname
Xebata Yekeya Xebatê ya Kurdolojiyê ya Zanîngeha Bîlgiyê bi pêşkêşiya Ferzan Şêr ku teza xwe li ser pirtûkên Helîm Yûsiv çêkiriye didome.
Ferzan Şêr, Teza Lîsansa Bilind li ser "Di cîhana wêjeyî ya Helîm Yûsiva de beden û îqtîdar" amade kiriye. Ev demeke kesên ku tez li ser kurdan, kurdolojiyê amade kiren kirine li Zanîngeha Stenbolê di bin navê "Pêşkêşiyên Tezên Kurdolojiyê" de pêşkêş dikin. Niha jî Ferzan Şêr dê ev teza xwe ya ku amade kiriye pêşkêş bike. Kesên bixwazin lê temaşe û guhdarî bikin çalakî 3'ê adarê saet 18.00-19.30 de li Zanîngeha Bîlgiyê Kampusa Santralê Salona E1-303A de li dar dikeve.


