Diyarname
6'emîn Konfrasa Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ya Europa roja 29'ê mehê bi beşdariya gelek mêvanan dest pêkir. Piştî axaftina mêvanan dîwana kar û barê konfrasê bi xwendina raporên kar û çalakiyên ku ji hela hemî rêxistinên PYD yên Europa ve hatibûn kirin pêşkêş kirin dom kir.
Konferansê piştgiriya xwe ya ji bo hemû berxwedana Rojava û bi taybetî ji bo Kobanî eşkere kir. Konferans dê 30'ê mehê jî bidome.
Yek ji nivîskarên malpera me û endamê Hevgirtina Rewşenbîra Rojavayê Kurdistinaê (HRRK) Helûm Yûsiv ligel Serokê HRRK'ê Hesen Abdullah jî wekî mêvan beşdarî konferansê bû.
Helîm Yûsiv konferans wisa nirxand: " ermayiya rewşa welêt siya xwe avêtibû ser seqa û atmosfera vê konfiransê û hemû gotinên mêvanan yên tê de hatin bilêvkirin germayiya xwe ji vê rewşê girtibûn. Ji bo min balkêştirîn gotin ya siyasetmedarê kurd Muzeffer Ayata bû, ku hem bi hestiyarî û hem jî bi çavekî rexneyî behsa serboreya kurdan ya bi karê siyasî û çekdarî û mijara desthilatdariyê re kir. Wisa jî Hesen Abdalla ronahî avête ser çend xalên girêdayî têkiliya siyaseta kurdî bi rewşenbîriya kurdî re. Ji wan xalan:
- HRRK bi yek mesafeyê bi hemû partiyan re dide û distîne.
- Yek ji armancên wan ew e, ku têkiliyeke tekûz di navbera siyaset û rewşenbîriya kurdî de ava bibe.
- Nivîskar, hunermend û kedkarên çanda kurdan yên mezin hene, lê piştgiriya ku tê xwestin nabînin.
- Siyasetmedar her gav rewşenbîran girêdayî xwe û li pey xwe dibînin, wisa jî rewşenbîr hergav siyasetmedaran derdixînin pêşiya xwe, lê di rastiyê de rewşenbîrî çavkaniya siyasetmedarên serkeftî ye.
- Gelekî behsa nîvê dagirtî yê qedehê tê kirin, baş e lê nîvê vala jî yê wê qedehê heye. Di siyaseta kurdan de ew nîvê vala bêhtir di tunebûn û lawazbûna pirojeyên rewşenbîrî û çandî de tê bigewdekirin. Hêvî ew e ku ev konfirans hinekî bi vî aliyê vala yê qedehê ve jî xwe mijûl bike."


