Cemil Oguz
Di çarçoveya 33'yemîn Festîvala Fîlman a Stenbolê de gelek belgefîlm jî hene. Ji bilî yên derveyî Tirkiyeyê ku di çarçoveya "NTV Belgesel Kuşagi" (Beşa Belgefîlman a NTV) de, hin belgefîlmên ji Tirkiyeyê jî hene. Di van van de hin derhênerên wan kurd in, hin li ser kurdan in. Me ji van belgefîman ên li ser kurdan in neqandin. Ji bo agahiyên li ser belgefîlmên din hûn dikarin li "http://film.iksv.org/tr/program/94" binêrin.
Dilegim Bariş Olsun / Xwesteka min çêbûna aştiyê ye
Derhêner: Kivilcim Akay
Ji Amed, Licê, Erxenî, Cizîr, Mêrdîn, Nisêbîn, Qoser û Gimgimê bi 13 zarok û dayikan re li ser şerê ku ev 30 sal in didome hevdîtin hatiye kirin. Belgefîlm daxwaza wan radixe ber çavan.
Rojan nîşandayînê: 14.04.2014, Saet 21.30, Salona Atlas 2
**
Berxwedana 33 salan Dayika Berfo
Derhêner: Veysi Altay
Dayika Berfo, 33 salan li dû zarokê xwe Cemil Kirbayir ê ku di dema derbeya 1980'ê de hat binçavkirin û careke din xeber jê nehat girtin geriya. Belgefîlm ev têkoşîna Dayika Berfo nîşan dide.
Rojan nîşandayînê: 17.04.2014, Saet 21.30, salona Atlas 2
**
Olagan Haller / Rewşen Asan
Derhêner: Ozgur Findik
Derhêner Ozgur Findik ku li Dêrsimê hatiye dinê ji zarokatiya xwe ve her îşkence, zilm, berxwedan, komkujî, çîrokên sirgûnê bihîstiye. Di vî fîlmî de dikeve dû van, qala polîtîkayên asîmîlasyonê dike.
Rojan nîşandayînê: 17.04.2014, Saet 19.00, Salona Atlas 2
**
O iklimde kalirdi acilar / Êş di wê kişwerê de dima
Derhêner: Zeynel Koç, Cenk Ortulu
Belgefîlm temaşevanan dibe ser erdên kurdan, bûyerên "kiryar nediyar" nîşan dide.
Rojan nîşandayînê: 14.04.2014, Saet 19.00, Salona Atlas 2
***
Nûçeyên li ser Festîvala Stenbolê ya Îsal:
- 10 deqe paşê dê Parîs têk here!
- Di vekirina Festîvala Fîlman de ji bo Yilmaz Guney silav şandin
- Şahiya fîlman: Bernameya Festîvala Fîlman a Stenbolê eşkere bû


