logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  3. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  4. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  5. Rojnameger Helkewt Ezîz di qezayê di mir
news-details

'Mîsyona BDP'ê Kurdistana Xweser a Demokratîk e'

Cîgirê Hevserokê BDP'ê yê ji Rêveberiyên Herêmê Berpirsyar Demîr Çelîk li ser guherîna BDPê, sexweriya demokratîk axivî.

  • Dîrok: 02/05/2014
  • Beş: Nûçe

ÎBRAHÎM AÇIKYER - ENQERE 


Cîgirê Hevserokê BDP'ê yê ji Rêveberiyên Herêmê Berpirsyar Demîr Çelîk diyar kir ku mîsyona nû ya BDP'ê veguheriye rotayeke siyasî ya projeya Xweseriya Demokratîk bi perspektîfeke Kurdistanî rewa û mezin bike. Çelîk destnîşan kir ku BDP wê vê mîsyona li Tirkiyeyê jî bi HDP'ê re bike yek û ji pirsgirêkên demokratîkbûyînê re çareseriyê biafirîne.


Mîsyona BDP'ê ya di pêvajoya nû de, pêwendiya xwe ya bi HDP'ê re, Cîgirê Hevserokê BDP'ê yê ji Rêveberiyên Herêmî Berpirsyar Demîr Çelîk ji bo ANF'ê vegot.


Çelîk bibîr xist ku BDP ji kongreya xwe ya sala 2010'an û vir ve partiyeke ku siyaseta aktîf dimeşîne û got ku BDP rêveberê siyaseta herêmî û giştî bû. Çelîk da zanîn ku bi avabûna Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) re ew gihîştin wê biryarê ku li gelemperiya Tirkiyeyê HDP'ê derxin pêş û BDP'ê jî veguherînin partiyeke li Kurdistanê xebatê dimeşîne.


'BDP WÊ BI GIRANÎ SIYASETEKE KURDISTANÎ BIMEŞÎNE'


Çelîk got ku BDP wê di 8'ê pûşperê, HDP jî roja 22'ê pûşperê kongreya xwe lidar bixin û wiha dom kir: "Pêkane al û navê partiyê were guhertin. Navê wê dê bibe Partiya Herêman a Demokratîk yan jî Partiya Gelan a Demokratîk. Wê bi giranî siyaseteke Kurdistanî bimeşîne. Bi rêya akademîsyenan wê hewl bide bibe xwedî ezmûnên siyasî û veguhere partiyeke kadroyî ya ku perwerdeya îdeolojîk û felsefî esas digire. Dê nebe partiyeke xwe dispêre hilbijartinan, wê veguhere organîzasyoneke siyasî ya rêxistinbûyîn, îdeolojî û felsefeya siyaseta demokratîk a civakê dimeşîne. Qadên ku BDP vala bike, wê piştî 22'ê pûşperê HDP dagire."


'EMÊ LI QADA HERÊMÎ PIRSGIRÊKÊN MÎNA XIZANÎ, BIRÇIBÛN, BETALIYÊ ÇARESER BIKIN'


Cîgirê Hevserokên BDP'ê yê Çelîk  bibîr xist ku wan Xweseriya Demokratîk di 14'ê tîrmeha sala 2011'an de wekî Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) îlan kirin e û destnîşan kir ku ewê bi BDP û KCD'ê re Xweseriya Demokratîk ava bikin. Çelîk diyar kir ku bi polîtîkayên xwe yên civakî re ewê ji bo çareserkirina pirsgirêkên mîna betalî, xizanî û birçîbûnê xebatan bimeşînin û got, "Di heman demê de em dixwazin zîhniyeta otorîte û dewletê ya Kurdistanê bêmirov dihêle, xizan dike û mihtacî xwe dike bişkînin û Kurdistaneke ku di warê aborî de dikare li ser lingê xwe bisekine, biafirînin."


REALÎTEYA ÇANDÊ YA PIR NASNAMEYÎ


Çelîk bal kişand ser dînamîkên kurd, ermenî, suryanî, azerî yên li herêmê û got, "Civak xwedî realîteyeke pirçandî pirzimanî ye. Dewlet mafê wergirtina xizmetê bi pirçandî pirzimanî nade. Wan ji vê xizmetê bêpar dihêle. Em li dijî yekparêziyê derdikevin. Di vî warî de divê hem bi pirzimanî xizmet bê dayîn hem jî di ser rêveberiyên herêmî re di malên alîkariya perwerdeyê de mirov karibin bi zimanê dayikê perwerdeyê bibînin."


'XWESERIYA DEMOKRATÎK, DEMOKRATÎKBÛYÎNA TIRKIYEYÊ YE'


Çelîk her wiha girîngiya zimanê dayikê ya li qadên gelemperî û tenduristiyê destnîşan kir û anî ziman ku ewê di vî warî de bikevin nava tevgerê.


Çelîk ragihand ku hewl tê dayîn civakeke îtîraz nake, serê xwe her tim ditewîne, daxwaz nake û ya ku jê re tê dayîn têrker dibîne were afirandin û got, "Xweseriya Demokratîk di vî warî de ne tenê projeyek ji bo kurd û Kurdistanê ye. Projeya demokratîkbûyîna Tirkiyeyê ye. Ji ber vê yekê em xweseriya demokratîk di çarçoveya nasnameya etnîkî, sînorên cografî de nabînin."


MÎNAKÊN XWESERIYA DEMOKRATÎK LI CÎHANÊ


Çelîk da xuyakirin ku li hemberî Xweseriya Demokratîk di nava raya giştî ya Tirkiyeyê de paranoyayeke "em parçe bûn" hatiye afirandin û bi van mînakan proje rave kir: "Xweserî berî me, li cîhanê xwedî mînakan e. Ew civak îro li pêş in. Alman, Spanya, Îtalya, Îngilistan, Rusya, DYA. Hemûyan bi rêxistinbûyîna xweser, federatîf, konfederatîf erk, berpirsyarî radestî qadên herêmî kirin û bi vî rengî hem xwe ji mesrefeke bilind rizgar kirin hem jî ji sînerjiya dînamîkên civakî yên herêmî, di asta herî bilind de sûd wergirtin."


Çelîk diyar kir ku ewê nekevin rewşeke bendemayînan û destnîşan kir ku bi vê projeya xwe re ewê dewletê biçûk bikin û rêxistinbûyîneke ku bersivê dide pêdiviyên civakê rewa bikin. Çelîk got, "BDP wê vê bike. KCD jî wê wekî Meclisa Kurdistanî karê qanûndanînê bimeşîne."


Demîr Çelîk ragihand ku ewê di heman demê de têkoşînê bidin meşandin ku Xweseriya Demokratîk a Kurdistanê bi qanûnan, bi destûra bingehîn were ewlekirin û di vî warî de bal kişand ser girîngiya pêkhatina Şertê Rêveberiyên Herêmî yê Konseya Ewropayê. 


'HER DU LINGÊN VÊ TÊKOŞÎNÊ BDP-KCD Û HDP-HDK NE'


Çelîk anî ziman ku ewê ji aliyekî ve li ser dewletê çareseriyê ferz bikin, li aliyê din jî têkoşîna bi hêza cewherî ya civakê bimeşînin. Çelîk got, "Lingê vê yê Kurdistanî wê hebe. Bi ser BDP û KCD'ê re emê bimeşînin. Lingê wê yê din jî wê Tirkiye be. Em vîna gelan a jiyana bi hev re ya li welatê hevpar ê demokratîk destnîşan dikin. Ne rêxistinbûyîna dewletê, rêxistinbûyîna demokratîk a civakê nîşan didin. Em dixwazin vê yekê jî bi rêya HDP û HDK'ê bigihijînin gelên Tirkiyeyê."


Çelîk her wiha destnîşan kir ku pêwîst e dewlet jî ji xweseriyê re vekirî be.



Parve Bike

Youtube Me

Bêrê ma eyro şin ZENGE

news

DOSYA: 53 helbestên li ser şer

news

Kurdên Anatoliya Navîn

news

2 rojan de kurdan 4 komeleyên kurdî vekirin; li Amerîkayê çend komele hene?

news

Mem Ararat, Arda Guler, Kom Muzîk, hiqûq û tiştên din...

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 07 06 2026

KNK: Ji bo kurdan emê ji Neteweyên Yekbûyî 'statuya neteweya çavdêr' bixwazin

news
  • 06 06 2026

Meseleya pêkenoka Rahmi Koç û heqareta li jinên kurd

news
  • 04 06 2026

Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin

news
  • 04 06 2026

Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin

news
  • 01 06 2026

Li 28 gund û 8 taxan wê çalakî hebin

news
  • 01 06 2026

Îlham Ehmed dimay Efrînî, şî Şêxmeqsûd

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Notên li ser Hilbijartina li Rojava-Bakurê Sûriyeyê (hat nûkirin)

ad

Ji bo zarokan şerê Gîsko û Sibatê

ad

Hekîmên Tirkiyeyê meşiyan sînorê Rojava

ad

Fotoyê rojê: Ligel 18 hezar kesî

ad

Konsera 1’ê Rezberê hat qedexekirin

ad

Rojnamegerên navdar jî ji karê xwe dibin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname