AMED
Kurê Hevserokê Şaredariya Sûra Amedê Seyîd Narîn, Dilgeş Amed (Alî Narîn) li Rojava di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da. Ji bo Dilgeş Amed li Amedê şîn danîn. Şaredar Narîn di şînê de axivî û got: “Kurê min ji bo azadiya gelê xwe çû şehadetê. Emê nekevin dû tolhildanê. Banga ku em li vir bilind bikin wê banga aştî, biratî û dahatûyên bi azadî be.”
Ji bo kurê Hevserokê Şaredariya Sûra Amedê Seyîd Narîn, Dilgeş Amed (Alî Narîn) ku di nava refên YPG’ê de cihê xwe digirt,li Mala Şînê a Hêniyiyan şîn hat danîn. Bi sedan kes ku çûn şînê, bavê Dilgeş Amed xêrhatin li mêvanan kir. Malbata Narîn diyar kir ku şeva 2’ê gulanê xebera wan ji vê yekê çêbûye.
Di taziyê de bavê Dilgeş Amed û Şaredarê Sûrê Seyîd Narîn wiha axivî: “Kurê min jî ji bo azadiya gelê xwe, birayên xwe, ji bo dahatuyên azad bi çeteyan re şer kir. Bi vê boneyê di dawiya vê tekoşînê de giha şahadetê. Em vê jî dizanin ku, her rêhevalekî me yê digehê şehadetê, di heman demê de jî gelê me jî gavek din nêzî azadiyê dike. Bi vê wateyê pêş niha jî vê tevgerê, vî gelî şehîd dane, wê ji niha şûnde jî bide. Heya ku azadiya xwe bistîne wê li çar parçeyên Kurdistanê ciwanên me vî gelî biparêzin.”
EM JI BO ROJHILATA NAVÎN Û TIRKIYEYÊ, BIRATÎ Û AZADIYÊ DAXWAZ DIKIN
Narîn da diyar kirin ku ew nexwazin tu kesek jiyana xwe ji dest bide û wiha axivî: “Hedefa me avakirina demokrasiyekî hêjayî rihê sedsala 21’emîn e. Em vê ji bo yekîtiya Rojhilata Navîn daxwaz dikin. Ji bo Tirkiyeyê dixwazin. Bi vê boneyê em wekî dayik û bavên din banga tolhildanê nakin. Banga ku em li vir bilind bikin wê banga aştî, biratî û dahatûyên bi azadî be.”
KURÊ HEVSEROKÊ PYD’Ê JÎ JIYANA XWE JI DEST DABÛ
Di 9’ê kewçêra 2013’yan de kurê Hevserokê PYD’ê Salih Mûslim, Şervan Muslim jî li gundê Fatina yê 15 km dûrê bajarê Kobanê, li rojavayê Girê Spî dema ku bi çeteyên girêdayî Dewleta Îslamiya Şam-Iraqê (DAIŞ) re di nava refên YPG’ê de şer dikir, jiyana xwe ji dest dabû.


