logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket
  2. 153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e
  3. Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)
  4. Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn
  5. 5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn
news-details

Documentarist bû 10 salî, belgefîlmên kurdî jî hene

Rojên Belgefîlman a Stenbolê Documentarist tam 10 sal in ji gelek waran belgefîlmên cur bi cur pêşkêş dike.

  • Dîrok: 15/06/2017
  • Beş: Nûçeyên Çandî

Cemil Oguz

Rojên Belgefîlman a Stenbolê Documentarist tam 10 sal in ji gelek waran belgefîlmên cur bi cur pêşkêş dike. Belgefîlmên kurdî ku di vê qadê de ji xwe re cih dibînin îsal jî gelek hene. Û îsal yekemî car e belgefîlm bê pere têne nîşandayîn.

Di serî de organîzetor Necati Sonmez û Emel Çelebî, komek belgefîlmhev ev 10 sal in ked didin Documentaristê. Documentarîst ku di 10 saliya xwe de hin nûbûnan pêşkêş dike yek ji wan ew e ku ji bo îsal dê 9 roj belgefîlm bêne nîşandayîn. Di bernameya taybet de a 10 salî de gelek çalakî jî hene.
Documentarist îsal di navbera 17-25'ê vê mehê de li dar dikeve. Mêvanê rûmetê yê îsal sînemagerê ji Fînlandiyayê Pirjo Honkasalo ye. Documentarist ku heta îsal tenê li aliyê Ewropayê ya Stenbolê belgefîlm nîşan dide, îsal li Kadikoy jî nîşan dide. Li aliyê Ewropayê li Beyogluyê li salona Aynaligeçit, Sînemaya Atlas, Enstîtuya Goethe û li Kadikoy jî li Navenda Çanda Bariş Manço têne nîşandayîn.

Fîlmên xelat girtine
Documentarîstê heta niha her sal xelat dida belgefîlmekî ku yekemîn an duyemîn belgefîlmê derhenêr e û îsal van belgefîlmên xelatgir carek din derdixe pêşberî belgefîlmhezan.

'Li Tirkiyeya Rewşa Awarte de Vîdeo Aktîvîzm'
Di nav bernameyê de gelek çalakî wekî forûm, dersên sînemayê hene. Yek ji wan jî "Li Tirkiyeya Rewşa Awarte de Vîdeo Aktîvîzm" heye ku di bin moderatoriya Dr. Şîrîn Fulya Erensoy de dê li dar bikeve. Di forûmê de wê Mervan Kizil, Onur Yildirim, Orak Gerek, İmre Azem, Alper Şen, Fatih Pinar, Seyr-i Sokak wekî axifger cih bigirin.

Radyo Kobanî
Di nav bernameya festîvalê de belgefîlmên "Radyoyê Kobanî" ku li gelek festîvalan nav dan di nav beşa "Hilbijêra Navneteweyî de" cih digire. Ji bilî vê hin belgefîlmên din ên bi kurdî jî hene.

 

Vane hin fîlmên zimanê wan kurdî ye jî:

Radio Kobanî / Derhêner Rêber Doskî
Piştî çeteyên DAIŞ'ê li Kobanî têk diçin rojnamegerê kurd Dilovan li Kobanî radyoyek ava dike. Ew dest pê dikin ligel penaberan, ligel yên ji şer sax filitîne, ligel berxwedêran û ligel muzîkaran hevpeyvînan dikin. Belgefîlm rewşa wê derê tîne ziman.
(Belgefîlm bi kurdî ye)

Ji aliyê sêyemîn ve êrîş / Derhêner Sedat Şahin, Murat Adıyaman
Fîlm çîroka Tîma Jinan a Fûtbolê ya Hakkarîgucu nîşan dide. Fîlm ligel lîstika wan keda lîstikvanan a xweşkirina jiyanê jî nîşan dide.

Hêlîn / Derhêner Firat Gurgen
Li bajarên kurdan piştî koça di navbera salên 1984-1997'an de hin vedigerin cih û warên xwe. Dema vedigerin malên xwe yên xirabûne, şewitîne dîtin. Gundî dikin xaniyên xwe saz bikin lê Hêlîn ne bi pirsên "Şer çi bû, kî bû?" ne eleqedar e. Di belgefîlm de hewldana ev mirovên vegeriyane cih digire.
(Belgefîlm bi kurdî ye)

Return (Veger) / Derhêner Valeria Mazzucchi
Rojnameger Jérôme Bastion ev 20 sal in li Stenbolê dijî û ji bo FRI (Radio France Internationale) nûçegîhan3i dike û ji bo hemû guhdarên radyoyê yên dinyayê nûçeyên girîng pêşkêş bike. Belgefîlm li ser Erdogana Tirkiyeyêe ku her diçe azadî têne astengkirin, şîdet bilind dibe disekine.
(belgefîlm bi fransizî, kurdî û tirkî ye)

Gozyaşina Yer Yok (Ji bo hêstiran cih nîn e) / Derhêner Reyan Tuvi
Li ser sînorê bakur û rojava... Dem ji serdema berxwedana Kobanî ye. Yên ji Kobanî hatine li gundê Mahesera Pirsûsê bi cih bûne. Belgefîlm wê demê, wekî çavkaniyan bi ser şerek dijwar re nîşan dide.
(Belgefîlm bi kurdî û tirkî ye)

**

Ji bo daxistina bernameya Documentarîstê:
DOCUMENTARIST-207-BERNAME 

 Fragmana Documentaristê: 

 

Parve Bike

Youtube Me

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 23 10 2026

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

news
  • 21 10 2026

Festîvala Şanoyê deriyên xwe vedike

news
  • 21 10 2026

Fûara Pirtûkan a Hewlêrê vebû

news
  • 20 10 2026

Fîlmên Pêşbaziya Neteweyî ya Bogazîçî eşkere bûn

news
  • 18 10 2026

Fîlmên 'Pêşbaziya Neteweyî' yên Festîvala Enqereyê diyar bûn (Ene xebere bi zazakî û kurmancî ya)

news
  • 17 10 2026

Li vîzyonê vê hefteyê

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

2022: 7 bûyerên ku îsal yekemîn car qewimîn

ad

Dîskîspor di lîgê de ma

ad

Buldan û Sezaî nameyek ji bo Balyozgerê Îranê şand

ad

Standa ji bo alîkariya Rojava

ad

Di konferansa çand û hunerê de yekîtiya kurdan

ad

AFP: Van rojan ji Tirkiyeyê 800 kes tevlî YPG'ê bûn

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket

  • 24 10 2026
news

153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e

  • 24 10 2026
news

Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)

  • 24 10 2026
news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

  • 24 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname