AMÛDÊ
Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ji bo ku bi awayekî fermî kar û xebatên xwe bike, serî li navenda Meclisa Zagonsaz a Herêma Cizîrê da û daxwaznameya destûrkirina partiyê radestî Komîteya Karûbarên Partiyan kir.
Şandeyek PYD'ê ku ji Hevseroka PYD'ê Asya Ebdellah, Şêwirnemdê Hevserokatiyê Sîhanok Dîbo û Mehmûd Husên pêk dihat, serdana Navenda Meclisa Zagonsaz ya li bajarê Amûdê kir. Şande ji aliyê Hevserokên Meclisê Hekem Xelo û Nezîre Gewriyê, Endamên Dîwana Meclisê Perwîn Mihemed û Ekrem Mehşûş û Serokê Desteya Karê Hundir hate pêşwazîkirin.
Di serdanê de Sîhanok Dîbo derbarê Hevpeymana Civakî ya Rojava de axivî û bal kişand ser girîngiya Qanûna Partiyan da ku karê siyasî birêxistinkirî be.
Piştre şandeyê daxwaznameya destûrkirina partiyê û dosyayek derbarê partiyê û endamên wê de radestî Komîteya Karûbarên Partiyan da ku li ser lêkolîn bike.


