Cemil Oguz
Îsal hejmara pirtûkên kurdî yên li Tirkiyeyê hatin çapkirin li dor sedî ye. Ji van li dor 20'an jê helbest, li dor 15'an roman in. Îsal çapkirina li dor sed heb pirtûkên kurdîn yên wekî çîrok, gotar, werger, lêkolîn û cureyên din mirov dilgeş dibe li gor salên borî. Yanê reqem biçekî be jî ji salên din baştir dixuye, lê dema mirov 19 klasîkên kurdî yên ku Weşanên Lîsê ji nû ve çap kirin û derxistin pêşberî xwendevanan mirov ji vê reqemê derxe, derdikeve holê ku hejmara pirtûkê nû yên îsal ji par û pêrar kêmtir dibe. Hejmar çi dibe bile biba hin pirtûkên ku miheqeq divê mirov balê bikişîne ser wan, wan bixwîne hene. Mînak Antolojiya Helbestan a Selîm Temo (ji weşanên Agorayê) ku bi kurdî-tirkî ye hêjaye ku di hem pirtûkxaneya kurdan, hem yê tirkan de hebe. Dîsa "Şerefname"ya Şerefxanê Bedlîsî ku ji aliyê Ziva Avci ve ji orjînala wê, ji farisî ji bo kurdî hate wergerandin û ji Weşanên Avestayê derket hêjayî lênêrîn û xwendinê ye. Avesta ku bi du çapên cihê Şerefname çap kir, qîmet û xweşikiya wê zêdetir bû. Dîsa romana Jan Dost a bi navê "3 gav û 3darek" ku li ser serhildana Şêx Seîd e jî ji bo hezkiriyên romanên dîrokî cihêrengî û xweşikiyeke din e.
Klasîkên kurdî ji nû ve li ber çavan in
Îsal yek ji gavên girîng ku hatin avêtin jî sazkirina Pirtûkxaneya Ehmedê Xanî ye. Weşanên Lîsê di bin navê Pirtûkxaneya Ehmedê Xanî de 19 klasîkên kurdî ku gelekên wan niha li piyaseyê peydar nabin ji nû ve çap dikin û wekî setekê pêşkêşî xwendevanên kurdî kir. Di navê de ji Erebê Şemo bigire heta Mahmut Baksi, ji Celadet û Kamûran Bedirxan bigire heta Osman Sebrî, Evdirehîm Rehmî Hekarî, Nûredîn Zaza 19 berhemên nivîskarên kurd ji nû ve di nav refan de cihên xwe girtin. Proje digel meziniya xwe, ji aliyê aboriyê ve xwedî zehmetiyeke jî hem ji bo weşanxaneyê û hem jî ji bo kirîner. Lê çi dibe bila bibe gaveke girîng e ji gavên sala 2007'an.
Du ziman gihîştin hev
Lîsê di gava xwe ya din de jî 5 pirtûkên nivîskarên jin ên tirk wergerand kurdî û ew hem tirkî, hem kurdiya wan di yek çapê de derxist. Projeya bi navê "Mohrên Mor" ku bi hevkariya Konsolosxaneya Swedê ya Stenbolê û Weqfa Kamerê li dar ket de pirtûkên Leylâ Erbil (Uç Başli Ejderha-Ejdehayê Se Serî), Oya Baydar (Madrid’te Olmek-Mirina Li Madrîdê), Muge Îplikçi (Yeni Kent Dedikodulari-Gelaciyên Bajarê Nû), Jaklin Çelik (Îtasyonda Başlayan Hayat-Jîyana Li Îstesyonê Dest pê Dike) û yê Sema Kaygusuz (Uşuyen-Efsirî) hat çapkirin. Ji van çar jê ji aliyê Dilawer Zeraq ve yek jî ji aliyê Lal Laleş ve hat wergerandin. Digel girîngiya projeyê, tirsa "kes dema pirtûkê bigire destê xwe dê tirkiya wê bixwîne, kurdî dîsa li paş bimîne" jî heye ku ev jî jixwe meseleyeke din e. Li ser projeyê edîtorê Weşanên Lîsê Lal Laleş wisa dibêje, "Ger bi kurdî werger bê kirin divê pêşî ji tirkî werger bê kirin ji ber ku em û tirk em derdê hev dikişînin. Tişteke din di edebiyata kurdî de wêjevan hemû mêr in. Ger em bi vê projeyê wêjevanên jin pêş bixin, dê baş be. Ev nûserên ku me wergerandin ji bo jinên kurd ku bixwazin bi zimanê xwe binivîsîn dê bibin mînak."
Antolojiyên dengbêjan
Dengbêj ku di nav muzîk û dîroka kurdan de xwedî ciheke taybet in heta niha bi klam, bi awazên xwe derketibûn pêş, kêm tişt li ser wan hatibû nivîsîn. Îsal du antolojî wekî xebateke xweşik li ser dengbêjan hatin amadekirin û pêşkêşkirin. Yek ji wan ji aliyê Bîn-Der (Komeleya Bîngoliyan) ve hate amedekirin û ji Weşanên Pêrî derket. Ev antolojî dengbêjên Çewligê dide nasîn û klamên wan jî tevî VCD'yekê pêşkêş dike. Antolojiya din ku hate amadekirin jî ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hate amadekirin û derxistin. Di vê antolojiyê de jiyan û stranên li dor sed dengbêjî cih digire. Digel vê antolojiyê cd'ya dengbêjan jî hate belavkirin.
Ehmedê Xanî ket 300 saliya xwe
Îsal 300'emîn rojbûna Ehmedê Xanî bû. (Nota Netkurdê: Ya rast îsal 300 saliya mirina Ehmedê Xanî bû, li gor nivîsên ku dibêjin ew di 1707-ê de çuye ber dilavaniya Xwedê. Lê vê dawiyê hin îdîa jî derketin ku dibêjin Ehmedê Xanî di 1709-ê de wefat kiriye.) Ji bo vê yekê kovaran li ser Xanî dosye amade kir, di festîvalan de panel hatin li darxistin û ew hate bibîranîn Bi vê yekê re berhemên li ser Xanî jî hatin çapkirin. Weşanên Avestayê pirtûka Îzeddin Mustafa Resul a li ser Xanî bi navê "Bir Şair Duşunur ve Mutasavvuf olarak Ehmedê Xanî ve Mem û Zîn" (Wekî helbestvan ramanwer û mutasavvufekî Ehmedê Xanî û Mem û Zîn) ku çapa wê ya yekem di sala 1979'an de hatibû kirin wergerand ji bo tirkî. Digel vê yekê Avestayê xwest "Mem û Zîn"ê bi çapê cihêreng û bi kurdiya îro, dîsa bi wergera ji bo tirkî ragihîne xwendevanan lê proje negihîşt, li gor agahiyên ku me bi dest xistin dê mehên pêşiya me de proje pêk bê.
Her wiha nivîskar Jan Dost jî li ser jiyana Ehmedê Xanî romaneke bi navê "Mîrname" nivîsî ku dê ew jî di vê projeyê de derketa, lê ew jî ma meha pêşiya me.
Yek ji xebata girîng ku Avestayê kir jî berdewamkirina projeya "Şahmaran"ê ye. Projeya Şahmaranê par dest pê kiribû, di nav vê projeyê de 6 pirtûkên nivîskarên jin ên kurd hatibû weşandin, îsal pênc pirtûkên ku li vê projeyê zêde bûn.
Heta niha yek bi yek klasîk ji bo kurdî hatin wergerandin û çapkirin. Îsal ji van yekê berbiçav jî pirtûka Friedrich Nietzsche ye. Pirtûka "Zerdeşt Wiha Ferman Kir" ku heta niha ji bo bi dehan zimanan hatiye wergerandin îsal ji aliyê Muhammed Înal ve ji bo kurdî hate wergerandin û pirtûk ji Weşanên Hîvdayê derket.
Ji ber ku li ser kurdî xebat dikir, xebatên Şaredariya Sûra Amedê jî hêvayî qalkirinê ne. Ji van pirtûka "Serê Şevê Çîrokek" û "Pirtûka Lîstik û destxebatkariyan", dîsa kovara ku Şaredarî bi navê "Şemamok" ji bo zarokan derdixe di nav xebatên 2007'an de hêjayî pesindanê ye.
Pirtûka stranên herêma Botanê, xêzeroman, ferhengên hatin derxistin, pirtûka li ser Katalonyayê, yên li ser yêzîdîtî hin ji pirtûkên rengîn in ku îsal gihîştin ber destê xwendevanan.
Her wiha Weşanên Vate ku bi zazakî weşana xwe didomîne jî 5 pirtûkên baş ên wêjeyî bi zazakî derxistin ku ev jî hêjayî vegotinê ye.
**
Nûçeyên eleqedar:


