Diyarname
Nivîskara rêzeyên "Harry Potter" J.K.Rowling ji bo kampanyaya li hemberî serxwebûna Skoçyayê bê bikaranîn mîlyonek paund pere dan.
Skoçya dixwaze ji Îngilistanê, bi gotineke din ji Brîtanyayê veqete. Skoçya ligel Îngilistan, Galler û Îrlandaya Bakur "Kraliyeta Yekbûyî" saz dikin. Skoçya di nav van çar dewletan de piştî Îngilistanê welatê herî zêde nifûsa wê heye ye ku nivîsa wê 5 mîlyon û 295 hezar e (li gor jimartina 2011'an). Paytexta wê Edinburg. Skoçya niha dixwaze bibe serbixwe. Ji bo serxwebûnê di 18'ê rezbera 2014'an de dê referandûmeke li dar bikeve. Yên ku alîgirê serxwebûnê ne jî hene, yên ku dijî serxwebûnê, parçebûnê derdikevin û kampanyaya li dar dixin jî hene. Niha nivîskara navdar J.K.Rowling ji bo piştgirî bide kampanyaya dijî veqetînê piştgiriyeke mezin da. Rowling mîlyonek paund pere pêşkêş kir ku ji bo kampanyaya dijî veqetînê bê bikaranîn.
J.K.Rowling li Îngilistanê hatiye dinê û ew bi rêzeyên Harry Potter navdar bû. Hikumeta Îngiliz niha kampanyaya "Em bi hev re baştir in" da dest pê kirin û wê jî bi mîlyonek paund piştgirî da vê kampanyayê.
Rowling di malpera xwe de wisa got: "Serxwebûn firsendan bi xwe re bîne jî di nav xwe de gelek talûkeyan jî dihebîne." Her wiha wê îdîa kir ku dê serxwebûn bandorê li aboriyê bike, di warê lêçûyînên tenduristiyê de jî pirsgirêk derên.


