Diyarname
Di maçên 14'yê mehê û ya nîvê şevê de sê tîm bi ser ketin. Ji van Îtalya ku ligel Îngilistanê di "koma mirinê" de ye, gavek pêş ket: Îtalyayê bi 2-1 Îngilistan têk bir û ji bo derketina ji komê gavek mezin avêt. Kosta Rîka û Kolombiya jî di heman astê de bûn.
Maça Koma D ya di navbera Îngilistan û Îtalyayê de nîvê şevê li dar ket. Îtalyayê bi 2-1 serketin bi dest xist û avantajeke mezin xist bêrîka xwe. Di deqîqeya 35'an de Îtalya bi gola Marchisio derket pêş. Îngilistan jê dûr nema, heta piştî du deqîqeyan bi lîstikvanê xwe Sturridge bersiv da. Nîveka yekemîn bi vî awayî bi dawî bû :1-1.
Di nivîka duyemîn de Îtalya dîsa serdest bû. Stêrkê geş ê Îtalyayê Balotelli wekî ku qet efûya wî nîn be di deqîqeya 50'î de serê îngilizan xist ber wan: 2-1. Maç bi vî awayî bi dawî bû û Îngilistanê di maça yekemîn de 3 pûanên xwe girtin.
Ji Kosta Rîka 3 gol, 3 pûan
Maça din a heman komê di navbera Kosta Rîka û Ûrûgûay de bû. Kosta Rîkayê bi 3 golan 3 pûanên xwe girtin û hem bû serekê komê, hem avantaj bi dest xist.
Li ser navê Kosta Rîka Campbell (deqîqe 54), Daurte (deqîqe 57) û Urena (deqîqe 84) gol avêtin. Tekane gola Ûrûgûal di deqîqeya 24'an de Cavanî avêt.
Kolombiya bera Yewnana da
Di Koma C de maça di navbera Kolombiya û Yewnanistanê de hebû. Kolombiya bi 3 golan 3 pûan girt. Golên Kolombiyayê Armero (deqîqe 5), Teofilo Gutierrez (deqîqe 58) û Radriguez (deqîqe 90+) avêt.
Vane golên maça Îtalya-îngilistanê:


