Diyarname
Îsal delala ji Venezuelayê Dayana Mendoza di Pêşbaziya Delala Kaînatê ya 2008'an de bû yekemîn
Pêşbazî li başûrê Wîetnamê li Trangê li dar ket. Pêşbaziya ku pêşkêşvaniya wê Jerry Springer dikir, Mendozaya 22 salî bû wekî delala kaînatê hate hilbijartin.
Di pêşbaziyê de xweşikên ji Kolombiya, Komara Domînîk, Rusya û Meksîkayê jî wekî favorî dihatin nîşandayîn lê Mendozaya venezulî bû yekemîn. Berî Mendoza ji Venezuelayê 4 delalên din bûbûn yekemîn û Mendoza bû pêncemîn delal ku ji Venezuelayê dibe yekemîn.
Par delala ji Japonyayê Riyo Morî wekî delala kaînatê hatibû hilbijartin.
Sazkirina pêşbaziyê Donald Trump û televîzyona NBC girtibû ser xwe û pêşbaz3i ji CNBC-e û e2 bi awayekî zindî hat nîşandayîn.


