___Naz Ornek / AW___
Zabitayên Şaredariya Konakê ya Îzmirê, îro deriyê Komeleya Avesta ya Ziman mohr kirin. Du roj berî niha polîsên bi ser komeleyê de girtin bi hinceta ku rûxsata komeleyê tuneye gefên girtin û mohrkirinê xwarin. Duh jî zabita hatin komeleyê û anîn ziman ku dê îro mohr bikin. Serê sibehê 2 zabitayên şaredariya Konakê hatin komeleyê û deriyê komeleyê mohr kirin.
Têkildarî mohrkirinê Hevserokê Komeleya Avesta ya Ziman Ramazan Kaygisiz, bertek nîşanî girtina komeleyê da û wiha got: “Di demeke wekî îro ku pêvajoya aştiyê tê nîqaşkirin, rayedaran hatin komele mohr kirin. Bi vê mohrkirinê, devê gelê kurd û zimanê gelê kurd mohr kirin. Bi salan e gelê kurd ji bo ziman têdikoşe. Lê dewletê heta niha bersiveke erênî nedaye daxwazên gelê kurd.”
Ramazan Kaygisiz da zanîn ku wekî Komeleya Avesta ya Ziman, gelek caran anî ziman ku divê zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehî û fermî û wiha axivî: “Em dixwazin kurd jî wekî hemû gelên cîhanê bi zimanê xwe perwerdehiya xwe bibînin û bibin xwedî zimanê zikmakî. Divê hemû saziyên civakî û parazvanên mafên mirovan jî piştgiriyê bidin vê daxwaze me û li dijî vê yekê bertekên xwe bînin ziman.”
Rêveberên Komeleya Çand û Ziman ya Avestayê diyar kirin ku du roj berî niha polîsên bi ser komeleyê de girtin bi hinceta ku rûxsata komeleyê tuneye gefên girtin û mohrkirinê xwarin.
Komeleya Çand û Ziman Avesta di sala 2018'an de hatiye avakirin û heta niha bi hezaran xwendekaran fêrî zimanê kurdî kiriye. Her wiha bi awayekî online jî dersên kurdî tên dayîn.



