logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin
  2. Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin
  3. Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne
  4. Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin
  5. Ji 1930 heta niha yên kûpa birine mala xwe
news-details

Reşê Şevê û Destar Teatre

Zilm û zordariya li ser jinê li rojhilat êşeke giran e. Her çiqas ku mirovahî bi pêş de dihere û cîhan diguhere jî jin h

  • Dîrok: 27/10/2009
  • Beş: Serbest

Ferhad Girêşêran

Zilm û zordariya li ser jinê li rojhilat êşeke giran e. Her çiqas ku mirovahî bi pêş de dihere û cîhan diguhere jî jin hîna jî bindestiya xwe neşkenandiye. Li rojava piştî têkoşîneke demdirêj jinan azadiya xwe  bi dest xistin û di her warê jiyanê de cihê xwe girtin. Li welatê me jî û li Tirkiyeyê jî jin rastî gelek neheqiyan tên. Ji bo “namûs”ê têne kuştin. Di hinduran de dîl têne girtin. Ji hezkiriyên xwe tên bidûrxistin û bi kalên heftê salî re têne zewicandin.  Ji bav, bira û mêrên xwe lêdanê  dixwin.Di nava civakê de nikarin rihet tevbigerin û di warê xwendin û xwe bi pêşde xistinê  de jî têne asteng kirin.
Cihê pirsgirêk lê hebin teqez ewê huner jî lê hebe. Huner ji ber pirsgirêkan ferz dibe. Û huner ew pirsgirêkana li nava çavên mirov dixe. Ji ber ku li cem me jî pirsgirêk pirin diviyabû huner li cem me weke bizrê kulî pir bûya. Lê dema em pirsgirêkan û asta hunerê didin  ber hev ev teza me derew derdikeve. Hilbet gelek sedemên vê yekê hene. Em dikarin bêjin ku ji ber zilm û zordariya li ser serê me em nikarîbûn rihet tevbigeriyana û hwd. Lê di van demên dawî de her çiqas ku zarokên çarde salî ji ber ku Kurdin têne kuştin jî  zilm û zordarî piştî tekoşîna bi salan mecbûr ma sist bibe û divê ji niha û şûnde em Kurd bi hunera xwe karibin pirsgirêkên xwe bi riya hunerê li nava çavên civakê  bixin.
Destar teatre, îsal lîstika Reşê Şevê ku Berfin Zenderlioglu û Mîrza Metin pevre nivîsandine bi derhêneriya Mîrza Metin pêşkêşî  şanohezan dike. Min jî di 23yê kewçêrê de li ser dika Su Gösteri Sanatları li lîstika wan temaşe kir. Lîstikê ji bo pêşeroja şanoya Kurdî hêviyên min geş kir. Temaşevanan hêwan tije kiribûn û li hêwanê cihek vala jî nemabû. Ev jî nîşanî me dide ku dema xebatek profesyonel û reklamek baş çêbibe ji bo şanoyê hertim temaşevan hene. Dekorên lîstikê Metin Çelik amade kirine û ez dikarim bêjim ku dekoran gelekî li lîstikê kiribûn. Em werin ser lîstikvanan Berfin Zenderlioğlu bi karaktera Gulîzer xwedî  performansek  başbû. Lîstik li ser wê hatiye sazkirin û bi piranî li ser dikê tenê ye ev jî dike ku bi tevger û gotinên xwe bala temaşevanan her zindî bihêle. Gulîzer li ser dikê bi ereboka xwe ya pê kaxiza berhev dike dikeve dirbê gelek jinan. Di vî karî de jî gelek serkeftî ye. Dengê xwe gelek baş bikar tîne û bi kurmanciyeke gelek şêrîn dipeyive. Ji bilî Zenderlioğlu du lîstikvanên din jî hene,ew jî Mensur Zîrek û Selman Akkuş in. Zîrek û Akkuş jî  bi dans û rîtma xwe rengek xweş didin lîstikê.
Lîstik li ser êşa  jinan bi tevnek xweş hatiye hûnandin. Di kesayetiya Gulîzera cinî de êş û kedera gelek jinan radixe ber çavên me. Di ber re jî balê dikşîne ser rojevê û li hember kuştina Ceylanan dengê xwe radike. Bi pirsa “mirov çawa li mirinê temaşe dike” mirov dihejîne.
Destar teatre,îsal cara ewil ji Wezareta Çandê ya Tirkiyê 21 hezar TL alîkarî stendiye. Cara ewile ku vê alîkariya didin şanoyeke Kurdî. Wezareta Çandê hersal ji bo xebatên şanoyê alîkarî dide komên taybet lê heta niha nedida komên Kurdî.Taybetiyek lîstikê jî  weke jorenivîs axaftin bi  Tirkî jî derbas dibûn.
Ji ber xebat û performansa Destar Teatre ez hemû endamên komê pîroz dikim. Ji bo pêşeroja şano û hunera Kurdî hêviya mirov geş dikin. Heke we li lîstikê temaşe nekiribe pêşniyara min li we herin li lîstikê temaşe bikin.

gireseran@gmail.com


***

Nivîsên Ferhad Girêşêran ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:

- Panaz*
- Huner û Ziman: Li ser lîstika “Lewheyên Bêmane” çend gotin

 

Parve Bike

Youtube Me

Bêrê ma eyro şin ZENGE

news

DOSYA: 53 helbestên li ser şer

news

Kurdên Anatoliya Navîn

news

2 rojan de kurdan 4 komeleyên kurdî vekirin; li Amerîkayê çend komele hene?

news

Mem Ararat, Arda Guler, Kom Muzîk, hiqûq û tiştên din...

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 06 06 2026

Gelo çima siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd, hesabên medyaya Kurdî naşopînin?

news
  • 02 06 2026

QEREÇÎ; Aşiq-Roman-Çingene

news
  • 01 06 2026

Muzîk, Hişê Çêkirî û Kurdî: Li ser van mijaran çend gale gal

news
  • 30 05 2026

Çûyîna Bavo ya Hecê!

news
  • 25 05 2026

Di 'Dirindeyên Hesinî' de helbest, hêma, sembol û tiştên din

news
  • 24 05 2026

The Mist (Mija Kujer), rastî û windabûna hişmendiyê (Bi nêrîneke derûnkolînerî li ser rewşa kurdan)

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Ayfer Duzdaş: Di muzîka kurdî de xitimînek heye

ad

Kovara xêzeromana bi kurdî ya zarokan 'GOG' li benda alîkariyê ye

ad

Ji bo Wanê bilêtek bikirin!

ad

Di Roja Pirtûkan de rewşa dinyayê, Tirkiyeyê û ya kurdan

ad

Di TUYAP'a Stenbolê a îsal de çalakiyên kurdan

ad

Festîvala Helbesta Kurdi li dar ket

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin

  • 04 06 2026
news

Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin

  • 04 06 2026
news

Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne

  • 05 06 2026
news

Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin

  • 04 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname